AMED - Ji bo gerîlayên PKK’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê şîn hate danîn. Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo gerîlayên PKK’ê Îhsan Balkan (Seyfettîn), Îbrahîm Halîl Noyan (Farqîn), Hayrettîn Çelîk (Mazlum), Sabahattîn Kortak (Dilbirîn), Mehmet Han Azrak (Mazlum), Hamdî Celan (Şervan), Suphan Yazbaşi (Dogan), Mehmet Emîn Caynak (Brûsk), Îsmaîl Fîlîz (Tîrêj) û Habîb Kilinç (Şoreş) ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê şîn hatin danîn. Şînên gerîlayên PKK’ê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Girse ji ewil çûn serdana şîna Îhsan Balkan ku di sala 1995’an û Îbrahîm Halîl Noyan ê di sala 1994’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Şîn, Mala Şînê ya Şaklatê hatibû danîn. Di şînê de rêz hate girtin, sersaxî ji malbatê hat xwestin û piştre dua hatin kirin.
Piştre jî şîna ji bo Hayrettîn Çelîk, Sabahattîn Kortak, Mehmet Han Azarak, Suphan Yazbaşi, Mehmet Emîn Caynak, Îsmaîl Fîlîz, Hamît Ceylan û Habîb Kilinç a li Mala Şînê ya Taxa Firatê ya navçeya Bismilê hatibû danîn, hate ziyaretkirin. Heta mala şînê meş hat lidarxistin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Endamê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag di şînê de axivî û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Karadag, anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan, dê têkoşîna wan bidome û ew aştiyeke birûmet û demokrasiyê dixwazin.
Serdan, bi xwendina duayan bi dawî bû.
