ENQERE – Civaknasê Îranî Ferhad Xosrokhavar diyar kir ku ew bi tevahî piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: "Hevpeymaniyek Kurd-Tirk-Ereb ku dê rewşa bêçare ya Rojhilata Navînê ji holê rake, dikare sînorên çêkirî bêyî ku dabeşbûnên nû çêbike bêfonksiyon bike."
Civaknasê Îranî Ferhad Xosrokhavar der barê pêvajoya di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 27'ê Sibatê de hat kirin, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re peyamek şand. Xosrokhavar di peyama xwe de destnîşan kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hevpeymaniyeke Kurd-Tirk-Ereb dikare girêka Rojhilata Navînê çareser bike û sînorên çêkirî bêfonksiyon bike.
Xosrokhavar di peyama xwe de diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de ye û got ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke diyalektîk li ber jiyana bihev re vedike ku bêyî bibe sedema windakirina nasnameyan. Xosrokhavar destnîşan kir ku ew heya dawiyê piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan ku rêya azadiya neteweyî ya aştiyane vedike û got: "Hevpeymaniyek Kurd-Tirk-Ereb ku dê rewşa bêçare ya Rojhilata Navînê ji holê rake, dikare sînorên çêkirî bêyî ku dabeşbûnên nû çêbike bêfonksiyon bike."
Xosrokhavar got: "Em li şêmûgekê ne. Hêvîdar im aştî bi ser bikeve."
