BEDLÎS - Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.”
32 sal di ser mirina Şevket Epozdemîr ê ku serokê wê demê yê Partiya Demokratîk (DEP) a navçeya Tetwana Bedlîsê, ku di 25ê Mijdara 1993an de hatibû kuştin, re derbas bûn. Epozdemîr her sal di 22-23ê Mijdarê de tê bîranîn, îsal jî ji aliyê hezkirî û malbata xwe ve nehat jibîrkirin. Epozdemîr bi salan pêşengiya têkoşînê û di sala 1943'an de li gundê Minar ê Tetwanê ji dayik bû. Epozdemîr perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Tetwanê temam kir û li Dibistana Amadekariya Mamosteyan a Dîcle ya li navçeya Erxenî (Erganî) ya Amedê xwendina xwe ya amadeyî dît. Piştî mezûnbûnê, wî dest bi mamostetiyê kir. Epozdemîr pêşî ji bo demekê li navçeya Hawêl a Sêrtê ders da, paşê dema ku Enstîtuya Perwerdehiyê ya li Amedê vebû, qeyda xwe li wir çêkir. Piştî ku di sala 1964'an de ji enstîtuyê mezûn bû, wî di navbera salên 1964 û 1968'an de li Lîseya Ziya Gokalp a Amedê wek mamosteyê ziman û wêjeya tirkî kar kir. Di sala 1968'an de hat darizandin û ew sirgûnî navçeya Sorgun a Yozgatê hate kirin.
Epozdemîr li Yozgatê dev ji mamostetiyê berda, ket azmûnên zanîngehê û vê carê jî beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û di sala 1975'an de zanîngeh qedand. Piştî stajê vegeriya Tetwanê û dest mi parêzeriyê kir. Piştî ku Komeleya Mafê Mirovan hat avakirin bû nûnerê ÎHD'ê yê Tetwanê û di heman demê de bû serokê DEP'ê yê navçeya Tetwanê. Her wiha bû encumenê şaredariyê û polîs û leşkeran gef li wî xwarin. Epozdemîr di 25'ê mijdarê de çû buroya parêzeriyê û nekaribû vegere malê. Dema xwest were malê li ber malê hat revandin û cenazeyê wî li ser rêya Bedlîs-Norşînê. li nêzî qereqola cendirmeyan hat dîtin
Ferît Epozdemîr diyar kir ku dema birayê wî hatiye revandin 28 salî bûye, ji aliyê gelek kesan dihat hezkirin. Ferît Epozdemîr da zanîn ku birayê wî dema di sala 1972'an de li dibistana Ziya Gokalp a Amedê xwendekar bûye, qetilkirina endamên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê Omer Ayna û Niyazî Yildizhan bandor li wî kiriye.
BANDOR LI DERDORA XWE DIKIR
Ferît Epozdemîr anî ziman ku birayê wî mijara parastina gel wekî parêzvanekî mafên mirovan digirt dest û wî bandor li her kesê derdora xwe dikir. Ferit Epozdemîr wiha axivî: "Ew ji civak û herêma xwe re dilsoz bû. Ji bilî karê wî yê parêzerî û mamosteyî, têkiliya wî ya bi civak û derdora xwe re her dem kûr bû. Ew dilxweş û ji her kesî re vekirî bû. Xelkê Tetwanê jî bi heman awayî nêzîkî wî dibû. Ew di dema derbeya sala 1980'an de hate girtin ji ber ku wî bê dudilî parastina her kesê ku di demên weha de dihat binçavkirin dikir. Xelkê Tetwanê kozmopolît e. Em bi gelên Laz û Çerkes re bi hev re dijîn. Birayê min parastina wan hemûyan dikir û tu carî cudahî nedixist navbera wan."
DERDORA XWE RONÎ DIKIR
Ferit Epozdemîr da zanîn ku di salên 1990'î de, birayê wî Şevket Epozdemîr hedef hatiye girtin û wiha got: "Ew damezrînerê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) bû. Ew li Tetwanê serokê herêmî yê Partiya Civaka Demokratîk (DEP) bû. Ew girêdayî Baroya Wanê bû û delegeyê Baroya Tirkiyeyê (TBB) bû. Ew ji ber van şert û mercên taybet û hezkirina wî ya ji bo welatê xwe hatibû hedef girtin. Tevî van hemûyan jî, birayê min tu carî gavek paşde neavêt û teslîm nebû. Her kes hewl dida ku wî qanih bike ku ji Tetwanê derkeve. Wî ji her kesî re digot, Eger ez biçim, eger hûn biçin, gelo ev gel dê çi bike, dê kî li wan xwedî derkeve? Ji ber ku em xwe parêzvanên sêwiyan dibêjin, wê demê em ê li vir şer bikin."
CENAZEYÊ HOZAN MIZGÎN WERGIRT
Epozdemîr anî ziman ku di sala 1992'an de di dema radestnekirina cenazeyê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) de, birayê wî Epozdemîr çû qereqola polîsan û got, 'Ez kefîl im' û li ser vê yekê cenaze radestî xelkê Tetwanê hat kirin. Epozdemîr wiha axivî: "Ew çû qereqola polîsan û got, 'Ez serokê partiya siyasî ya vê navçeyê me. Ez kefîlê her kesekî li vê navçeyê didim, tiştek bi wan nayê,' û term ji dewletê stand û da malbat û gel. Cenazeyê Mizgîn bi beşdariya girseyeke mezin hate veşartin."
Epozdemîr got ku birayê wî heta roja ku hat kuştin bê tirs têkoşîn meşandiye û piştî kuştina wî, nûnerên partiyên siyasî yên ji Tetwan û gelek cihên din ji bo merasîma cenazeyê kom bûn û wiha got: "Birayê min Şevket, bavê rehmetî Ferhat Tepe, bi Îshak Tepe re beşdarî konferanseke bû, dema ku fermandarê wê demê, Korkmaz Tagman, ew tehdît kir û got, 'Dema te jî dê were'. Bi rastî jî, di heman salê de, pêşî Ferhat Tepe û paşê jî birayê min, yek li pey yê din hatin kuştin. Dema em çûn nexweşxaneyê, çavên wî bi paçeyekê hatibûn girtin."
BANGE HEVRÛBÛNÊ
Epozdemîr diyar kir ku tevî hemû astengiyan, merasîma cenaze bi xwedîderketineke mezin hat lidarxistin. Epozdemîr Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin bi bîrxist û got ku divê daxwazên edaletê yên malbatên ku xizmên wan di kuştinên neçareserkirî de hatine kuştin, bên pêkanîn. Epozdemîr wiha got: "Gelê Kurd dixwaze bi çanda xwe di nav aştiyê de bijî. Îro em behsa pêvajoyeke aştiyê dikin. Ev ji bo dewletê derfeteke girîng e ku rûbirûyî kuştinên ku di rabirdûyê de pêk anîne bibe. Em daxwaz dikin ku hemû kuştinên neçareserkirî, di nav de ya birayê min jî, di zûtirîn dem de bên ronîkirin. Baweriya me ya mezin bi vê pêvajoyê heye. Bi vî awayî dê aştiyê pêk were. Em her wiha dixwazin rojekê biçin Goristana Karşiyakayê û mizgîniya aştiyê bidin hemû şehîdên azadiyê."
MA / Ceylan Şahînlî
