ENQERE - Fetî Yildiz ê MHP’î diyar kir ku komîsyon dê ji bo serdana Îmraliyê biryarê bide û hewceye CHP jî tê de cih bigire. Yildiz, got: “Li ser navê partiya me ez ê biçim.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, dema ji bo civîna bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ve diçû, pirsên rojnamegeran bersivand.
Yildiz, diyar kir ku komîsyona dê ji bo serdana Îmraliyê bicive biryareke erênî bide, dibe ku dengdayîn were kirin û divê were kirin. Yildiz, bal kişand ser nîqaşên têkildarî lidarnexistina dengdayînê û got: “Madem em ê biçin giravê, wê demê em ê dengdayîneke ji bo biryardayînê li dar bixin. Biryar dê li gorî hejmarê were dayin ji ber ku ev ne pêşniyarqanûn e. Em dixwazin CHP jî tev li bibe û bi piraniya dengan biryar were dayin. Partiya herî kevin a Tirkiyeyê ye. Di çareseriya pirsgirêkeke nîvesre didome de dê CHP sûdewer be. Bêguman heke deng nede em ê biçin. Ji her partiyê wekîlek dikare biçe. 4-5 kes dikarin biçin. Ji partiya me ez ê biçim.”
