RIHA - Daneyên di droneya ji hêla HSD’ê ve hatiye xistin de hevkariya hêzên girêdayî Şamê û DAIŞ’ê derket holê.
Di saetên şevê de li çolterê Xanim el Reqayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û DAIŞ’ê de pevçûn derket. Ev rageşiya li herêmê nêzî hefteyeke didome û şevê din jî veguherî pevçûnan. Pevçûn, piştî du droneyên ji bo êrişa li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn şandin hatin xistin dest pê kirin. Çapemeniya HSD’ê ragihand ku ji ÎHA’yên hatine xistin yek jê Matrice M30 û ya din jî droneya êrişê ya bi tîpa FPV (Kamîkaze) bû.
‘DI QERTA HAFIZEYÊ DE TÊKILIYA BI DAIŞ’Ê RE DERKET HOLÊ’
Di lêkolîna komên teknîkê yên HSD’ê ya li ser qerta hafizeyê ya droneya bi modela Matrice M30’ê de tora têkiliya li herêmê ku salên dirêj e didome jî derket holê. Li gorî agahiyên HSD’ê parve kiriye, kesên droneyê kontrol dikin, çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê ne ku di eniyên komên hikûmeta Şamê de cih digirin. HSD’ê ev dîmen bi raya giştî re parve kir. Di dîmenan de li noqteyên hikûmeta Şamê kesên DAIŞ’î hene.
BI ŞEV HEWL DAN PÊŞ KEVIN: HSD’Ê BERSIV DA
Di saetên derengiya şevê de komên paramîlîter hewl dan ber bi çeperên HSD’ê ve pêş bikevin û gule barandin. Li ser vê yekê, HSD’ê li dijî qadên çolter ên Xenim El Elî û qadên ji hêla DAIŞ’ê ve weke baregeha firandina droneyan tê bikaranîn operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku car bi car li herêmê pevçûn derdikevin.
HSD’Ê DAXUYANÎ DA
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê têkildarî operasyonê ev daxuyanî da:
“Hêzên me, îro piştî nîvro du drone xistin xwarê. Dron ji çeperên komên hikûmeta Şamê yên li ser eniya gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê derketine. Ev herêm hefteyek e ji aliyê hêzên hikûmetê û komên girêdayî wan ve di bin êrişê de ye. Droneya yekem ji cureya Matrice M30 bû û ya duyemîn jî droneke êrişê ya FPV bû.
Piştî deseserkirina bermayên her du droneyan, tîmên me yên teknîkî karîn daneyan ji karta bîrdankê ya Matrice M30 derxînin û lêkolîn bikin. Di lêkolînê de bi zelalî aşkera bû ku ekîba ku droneyê dixebitîne, keşfê dike, çavdêrî û êrişê pêk tîne, çekdarên biyanî yên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ne. Ev çakdar li çeperên hikûmeta Şamê yên li hember xetên parastinê yên HSD'ê bi cih bûne.
Ev dane bi awayekî aşkera nîşan didin ku çend komên hikûmeta Şamê bi çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞ’ê re hevkariyê dikin, ew dihêlin çeteyên DAIŞ’ê çeperên van koman bikar bînin da ku keşf û êrişên bi droneyan pêk bînin. Ev yek dihêle ku rêxistina terorîst hêza xwe bi awayekî xeternaktir ji nû ve ava bike. Ji bo ev agahî werin piştrastkirin, em bi vê daxuyaniyê re wêne û materyalên belgekirî ji bo raya giştî diweşînin, da were zanîn ku girêdanên van koman ewlehî û aramiya sivîlan dixe xeteriyê.
Hêzên me bang li hevkarên xwe yên di hevpeymaniya navneteweyî de dikin ku van rastiyên cidî bişopînin û lêpirsînekê vekin li ser mijara ku çekdarên biyanî yên bi DAIŞ’ê li xetên temasê dronan dixebitînin, û hemû aliyên ku piştgirî didin an jî dibin alîkar bo peydakirina piştgiriya teknîkî û lojîstîkî bişopînin. Paşguhkirina van binpêkirinan ewlehiya herêmî tehdît dike û dihêle ku rêxistina terorê xwe ji nû ve kom bike û sivîl û civakan terorîze bike."
