* Sabahat Tuncelê diyar kir ku tişta Tevgera Jinên Kurd ji yên din cuda dike, îdiaya jiyaneke nû ye ku li ser xeta azadiya jinê pêş dikeve û got: "Li vir hêviya azadiyê û vexwendineke azadiyê ya cuda ji bo jinan heye. Tişta mirov kelecanî dike jî ev e."
* Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku gav neavêtina dewletê di civakê de fikaran çêdike û got divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin.
* Nûnerên saziyên girêdayî Înîsîyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî diyar kirin ku divê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û gotin divê dewlet bi Kurdî re li hev were.
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê diyar kir ku li dijî hişmendiya netewe dewletê, ew hewl didin ku li rêveberiyên herêmî pergaleke li gorî azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin û got: "Temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê û mekanîzmayên temsîla jinê bingeha vê modelê pêk tînin."
* Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku pêvajoyê li girtîgehan bandor nekiriye û divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.
* Dê rewşa rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn ketibû ser mêjiyê wî bê şopandin.
* Danişîna 5’emîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayamut ku bi îdiya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, dê li Dadgeha 25’êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* MYK'a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de dê bi serokatiya hevserokên giştî li navenda giştî ya partiyê bicive. (10.30)
* Li gelek bajaran dê bi boneya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî bên dayin. (11.00-18.00)
* Nûnerê Amedê yê Kovara Gerçekê Namik Taranci ku di di 20'ê Mijdara 1992'yan de hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Goristana Mardînkapiyê bê bibîranîn. (11.30)
* Li gelek bajaran dê bi boneya 25'ê Mijdarê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (13.00)
* Danişîna doza Cîgirê Midûr Burak Ercan ku ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî xwendekarên li Cizîr a Şirnexê tê darizandin, dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (11.40)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (14.00)
