Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir

  • jin
  • 15:02 19 Mijdar 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Şaredariyên DEM Partiyêı di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin” de rapora xebatên jinan aşkera kir. 
 
Bi boneya salvegera yekemîn a kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin” ku şaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dabû destpêkirin, îro rapora xebatên jinan hate aşkerakirin. Rapor, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Hevşaredarên jin û gelek jin tev li bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin beriya daxuyaniyê axivî. 
 
Metna bi Kurdî ji hêla Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û ya bi Tirkî jî Hevşaredara Pirsûsê ya Rihayê Ayten Kaya xwend. 
 
‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE’
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Di vê pêvajoya dîrokî de ku em xwe ji her demê zêdetir bi îdiaya ku sedsala 21’an dê bibe sedsala şoreşa jinan bilind dikin, em 25’ê Mijdarê rojek din a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi hêz û mîrateya ku me ji dîroka têkoşîna jinan wergirtiye pêşwazî dikin. Tundiya li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye ku bi cudakariya li ser bingeha zayendî ve girêdayî ye û ji hêla desthilatdariya serdest a mêr ve tê xurt kirin û kûr kirin û ew rasterast wekî tundiya sîstematîk bandorê li jinan dike.
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINAN POLÎTÎK E
 
Têkoşîna jinên me li dijî serdestiya mêran, ku bi hezaran salan e bi amûrên zorê hewl dide nasnameya jinan bi malê ve sînordar bike, wekî duh îro jî mezin dibe û wê mezin bibe. Em dizanin ku çavkaniya bingehîn a tundiya li dijî jinan kûrkirina rolên zayendî û polîtîkayên bêcezatiyê yên hikûmetê ye ku di pratîkê de sûcdar û kujeran xelat dike. Ji ber vê yekê îro em careke din destnîşan dikin ku tundiya li dijî jinan bi qasî ku siyasî ye îdeolojîk e jî. Rejîma mêtînger ku hişmendiya serdest a mêran hewl dide li ser laş, ked û îradeya jinan ava bike di civakê de wekî kuştina jinan xwe nîşan dide.
 
TUNDIYA MÊR HER WIHA ZAROK Û XWEZAYÊ JÎ HEDEF DIGIRE
 
Îroj em dibînin ku tundiya mêran ne tenê jinan hedef digire lê di heman demê de zarok û xwezayê jî hedef digire. Awayê kuştina Narîn û her weha Akin û Elanur yên ku ligel diya xwe li Êlihê hatin kuştin kûrahiya tundiya mêran aşkera dike. Ew hilweşandina ekolojîk a ku bi wêrankirina çiya û keviran li ser navê madenê û wêrankirina daristanan bi rêya darbirînê tê kirin, hemî berhemên heman zîhniyetê ne.
 
Bi hezaran salan e ku nasnameyên jinan ji aliyê hişê serdest ê mêran ve di malan de hatine sînordar kirin, leqayî her cure tundiyê hatine û bi hezaran kes hatine kuştin. Dîrok û hebûna jinan hatiye paşguhkirin. Bawerî û mîrateya wan a çandî hatin paşguhkirin, jin bi rastî bê bîr man. Di şûna wê de têkiliyên hegemonîk ên ku ji hêla serdestiya mêran ve hatine rêxistin kirin û avahiyên nû yên ku van têkiliyan saz dikin hatin avakirin. Her roj tundî dihat hilberandin û girtina jinan berdewam kir.
 
DI 10 MEHÊN EWIL ÊN ‘SALA MALBATÊ DE’ 317 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Tundiya mêran bi awayekî sîstematîk bi hincetên wekî ‘hêrsa takekesî’ ‘çavnebarî’ û ‘tehrîk’ tê sivikkirin û sûcdarên mêr ji ber tevgerên baş bi kêmkirina cezayên wan têne berdan. Di 10 mehên pêşîn ên vê salê de ku hikûmetê sala 2025 wekî ‘Sala Malbatê’ îlan kir 317 jin ji aliyê mêran ve hatin qetil kirin. Em jin dizanin ku ev komkujî ne takekesî ne û hêza xwe ji rêxistin kirinek xerab digire. Hikûmeta ku dixwaze jinan di nav 'malbatê' de heps bike, ne tenê tedbîrên parastinê yên têrker li dijî tundîtî, tecawiz û îstîsmarê li ser jin û zarokan nagire,lê di heman demê de jinan ji mekanîzmayên parastinê dûr dixe û wan ji bo tundîtiyê di rewşek vekirî de dihêle.
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER DIBIN SEDEM KU JIN BEDELA HERÎ GIRAN BIDIN
 
Polîtîkayên şer û pevçûnê yên ku ji hêla hişmendiya serdest a mêr ve li seranserê cîhanê têne meşandin û hemû beşên civakê dihewîne dibin sedema ku jin bedela herî giran bidin. Sazûmaniliya siyasî û civakî ya ku jinan paşguh dike, tundiyê rewa dike û mafê wan ê nûnertiyê desteser dike, rûyê xwe yê herî hovane di kuştina jinan û kuştina sîstematîk a jinan de aşkera dike.
 
ÇARESERÎ BI AVAKIRINA CIVAKE LI SER BINGEHA KOMUNAN E 
 
Tundiya li dijî mafê jiyanê ya jinan polîtîk, sîstematîk û êrişek serdestî ya mêrane ye. Di vê qonaxê de, aşkera ye ku pirsgirêk bi taybetî mijara azadiya jinan bi têgeh û rêbazên ku ji hêla sîstema heyî ya baviksalar ve têne hilberandin nayên çareserkirin. Çareserî bi avakirina civakê ji bingehê bi komunan, ku şêweyê xwezayî yê hebûnê ne; bi vejandina nirxên exlaqî û siyasî û bi derbaskirina zihniyeta mêr a bi hezaran salan mimkun e.
 
MODELA HEVSEROKATIYÊ MODÊLA AZADIYÊ YE
 
Serpêhatiya me di rêveberiya herêmî de ku di sala 1979’an de bi sê endamên meclisê yên jin dest pê kir niha di encama têkoşîna me ya jinan de di hevserokatî û temsîliyeta wekhev de cih digire. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev tê wateya beşdarbûna çalak a jinan ne tenê di siyasetê de, lê di heman demê de di hemî pêvajoyên rêveberiyê û qada giştî de misogerkirina beşdarbûna wekhev di pêvajoyên biryardanê de û ji nû ve pênasekirina rolên zayendî ye jî.
 
AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK BI REVÊBERIYÊN HERÊMÎ YÊN DEMOKRATÎK PÊKAN E 
 
Aştî û civaka demokratîk bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk mimkun e. Têgihîştina aştî û civaka demokratîk xeleka tundîtiyê ya ku ji hêla zayendperestî, olperestî, mîlîtarîzm û serdestiya mêran ve çêdibe dişkîne, deriyên li ber edalet, azadî û aştiya mayînde vedike, û jinan wekî hêza pêşeng a veguherîna civakî digire nav xwe. Wek jinên ku di warê Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk de têdikoşin, em rol û mîsyona xwe di avakirina aştî û civaka demokratîk de dizanin, û em dizanin ku rêveberiyên herêmî bingeha avakirina civakên demokratîk in. 
 
Li ser vê bingehê; bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan, me salek berê kampanyaya ‘Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de zirara ku ji ber zîhniyeta navendîparêz a ku ji hêla qeyûman ve hatiye afirandin çêbûye, me bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiya kolektîf ku rasterast jin û gel tê de beşdar bûn zû dest bi tamîrkirina van ziraran kir. 
 
XEBATÊN SALEKÊ HATIN RÊZKIRIN
 
Wek şaredariyên DEM Partiyê berfirehiya kampanyaya me ya salane da; 
 
* Me li bajarên xwe nexşeya tundî û xizaniya jinan derxist. Di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniya jinan de ji bo kû jiyana kevneşopî a komunal bê domandin bostanên jinan ên bajêr hat avakirin. Ji bo jin û zarokan bankayên cil û bergan û bazarên kedê yên jinan ava kir.
 
* Di 369 çalakiyên perwerde û hişyariyê de me xwe gihand 12 hezar û 411 jinan bi armanca pirskirina rolên civakî û belav kirina nêrînek bê tundî û wekhevî hedef girt. Di komxebatan de beşdarvan li ser tundiya li ser bingeha zayendî, cudakarî, şêwazên rol û polîtîkayên wekheviyê hatin agahdarkirin û asta hişyariyê bi rêbazên înteraktîf hate zêdekirin. Di encama xebatan de beşdarvanan re hestyariya zayendiya civakî xurt bû û asta xwecihî de ki bo piştgiriya perspektîfa wekhevî me tevkarî da.
 
* Me rêbazên xwe yên têkoşîna li dijî tundiyê di hemû warên jiyanê de berfireh kirine û di vê çarçoveyê de li 45 şaredariyên me 'belgeya helwestê ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî' hat îmzekirin.
 
* Di çarçoveya kampanyayê de em bi jinan re di têkiliyeke berdewam de bûn û serdanên hevgirtinê ji bo jinên esnaf pêk anîn. Di van serdanan de me bi qasî 2 hezar û 601 jinên esnaf re hevdîtin kir.
 
* Her wiha me 189 stand danîn bi qasî 14 hezar û 958 jinan re têkilî danîn û saziyên jinan ên ku ew dikarin heke pirsgirêkên wan hebin bi wan re parve bikin.
 
* Di nava salekê de me armanc kir ku rasterast bi jinan re têkilî deynin. Di çarçoveya vê hewildanê de me 225 civînên jinan li dar xist ku gihîştin 28 hezar û 991 jinan.
 
* Di civînên ku me lidar xistin de ji bo veguherandina parkên bajêr bo cihên jiyanê yên jinan me bi qasî 25 hezar û 433 jinan re hevdîtin pêk anî.
 
* Nêzîkî 8 hezar û 500 jin beşdarî mihrîcanên jinan bûn ku me lidar xistin da ku çanda jinan ku di bin êrişa mêran de ye bêtir xuya bibe.
 
* Di seranserê kampanyayê de me pênc mihrîcanên keda jinan li dar xistin da ku keda jinên rastî îstismarkirinê hatine xuya bikin, jinan bi awayekî çalak di hilberînê de beşdar bikin û hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin. Me nêzî 12 hezar û 220 jin anîn cem hev.
 
NAVENDÊN HEVGIRTINA JINAN Û JIYANÊ
 
Ji bo hişyarkirina li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, temînkirina piştgiriya psîkososyal û xurtkirina wekheviya zayendî me navendên hevgirtina jinan û jiyanê vekirin. Ev navend ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine an jî di bin xetereyê de ne piştgiriya psîkolojîk, rêberî, rêberiya hiqûqî û xizmetên piştgiriya civakî peyda dikin. Bu vî awayî;
 
* 25 navendê piştevaniya jinan 
 
* 41 navenda jiyanê ên jinan 
 
* 28 navendên bêhnvedanê vebûn
 
* 492 jinan re piştgiriya psîkolojîk hat dayîn.
 
* 142 jinan re piştgiriya hiqûqî hat dayîn.
 
* Dema tundiyê de ji bo jin bi lez xwe bigihînin me xeta tundiyê dîsa çalak kir.
 
* Me meclisên jinan ên şaredariyên xwe wekî pratîkek ji bo îdiaya me ya rêveberiya demokratîk û kolektîf ji nû ve ava kir.
 
* Me komîsyonên wekheviya jinan ava kirin da ku newekheviya zayendî ji holê rakin.
 
* Me yekîneyên perwerde û polîtîkayên jinan û atolye ji bo hilberîn û perwerdehiya jinan ava kir.
 
* Me çalakiyên civakî berfireh kirin da ku qadên huner û werzîşê ku berê wekî qadên mêran dihatin hesibandin me ji bo azadiya jinan re çalakiyên hestiyartir kir.
 
* Li hemberî bajarên kû ji aliyê aqilê mêr ve bi beton û rengê gewr hatine avakirin de Me park û qadên kesk ên jinan zêde kirin.
 
EM Ê BI HEV RE JIYANEKE AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN
 
Bandor û encamên kampanyaya me ya salekê careke din rol û mîsyona rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de tîne bîra me. Bu vê yekê; wek şaredariyên DEM Partiyê, kampanyaya ku me sala borî da destpê kirin li ser daxwaza jinan û pêwîstiyên civakî en didin diyar kirin ku em ê bidin berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de wekî beşek ji kampanyaya me em armanc dikin ku li hemû bajarên xwe navendên jiyan û hevgirtinê yên jinan ava bikin bêtir jinan bînin cem hev û rasterast wan di mekanîzmayên rêveberiyê de entegre bikin. Di têkoşîna me ya li dijî xizaniya jinan de em armanc dikin ku di hemû waran de bi taybetî di çandinî û hilberînê de komun û kooperatîfan ava bikin.Em ê ji bo jinên ku di malên xwe de asê mane qadên civakî ava bikin da ku beşdariya wan di jiyana civakî de misoger bikin. Li hember polîtîkayên wêrankirina çandî em ê kreşên pirzimanî vekin ku ji bo hemî beşên civakê bi hêsanî bigihîjin wan û balê bikişînin ser xebatên ziman û çandê. Dîsa di çarçoveya kampanyayê de armanca me avakirina bajarên bê tundî, ewle, geş kû xwe dispêre azadiya jinan e.
 
Bajarê qedîm yê Kurdistanê ji Nisêbînê em carek din gotina xwe bilind dikin; ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî tundiya mêran têbikoşin û li ser bingeha felsefeya ‘Jin, jiyan azadî’ civakeke aştîxwaz û demokratîk ava bikin. Em ê bi hev re jiyaneke bê tundî azad û wekhev ava bikin.” 

Sernavên din

16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL