ENQERE - Zanyarê siyasetê Eren Aksoyoglû daxuyaniya Babhçelî ya têkildarî Îmraliyê nirxand û got: “Partiya îktîdarê, serdana komîsyonê ya Îmraliyê û zagonên têkildarî pêvajoyê dide sekinandin.”
Zanyarê siyasetê Eren Aksoyoglû, têkildarî gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku ji bo Îmraliyê digot “Heke hewce bike ez ê sê hevalên xwe bidim gel xwe û biçim serdanê” nirxand. Aksoyoglû, bal kişand ser bêdengiya îktîdarê û da zanîn ku îktîdar hem serdana komîsyonê ya Îmraliyê hem jî derxistina zagonên têkildarî pêvajoyê dide sekinandin.
Aksoyoglû, bi domdarî destnîşan kir ku wisa xuya dike ev rewşa vehêlandinê ne ji Bahçelî û partya wî ye û got: “Di esasê xwe de Bahçelî weke kesê pêvajoyê birêve dibe xuya dike û li hêla din di vê mijarê de tu berpirsyartiya wî nîne. Lêbelê organîzasyona AKP’ê ku naxwaze derkeve pêşiya raya giştî, berpirsyar e ku pêvajoyê kodîfiye bike. Ev tê wê wateyê ku ji hêla îktîdarê ve hêj hemû kevir li cihê xwe rûneniştîne. Li gorî min ev pirs hêj jî bêbersiv e. Gelo xwediyê pêvajoyê dewlet e yan hikûmet e?”
‘DIVIYABÛ KOMÎSYONÊ ABDULLAH OCALAN VEXWENDA MECLISÊ’
Di berdewama axaftina xwe de Aksoyoglû bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got: “Diviyabû dewletê têkildarî pêvajoyê gav biavêta. Ji ber ku heke şertên xweser ên komîsyonê ava bibin, diviyabû Abdullah Ocalan vexwenda Meclisê. Sedema hevdîtina ne li Enqereyê lê li Îmraliyê ew e ku daxwazên dewletê û pratîkên dixwazin hene. Wisa xuya dike ku komîsyon têkildarî pêvajoyê nikare zextê bike. Partiyên siyasî yên di komîsyonê de jî heta astekê tenê pêvajoyê dişopînin. Xuyaye ku ji wî milî ve zextek nayê kirin. Ji ber piştgiriya kêm a raya giştî ya ji bo partiya îktîdarê, pirsgirêkên wê yên demdirêj hene. Piştgiriha raya giştî ya ji hêla siyasî ve dabeş bûye, bi alternatîfên çareseriyê û projeksiyonên siyasî ku pêvajoyê ava dikin heye. Mixabin partiyên siyasî tenê li arîtmetîka hilbijartinê dinêrin.”
‘ARMANCA ENQERÊ EW BÛ KU HSD’Ê BIHELÎNE’
Aksoyoglû, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên têkildarî HSD-Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Daxuyaniyên Bahçelî, nîşaneya herî şênber a xwendiya Tirkiyeyê ya ji pratîkên Mazlum Ebdî ye. HSD, bi awayekî aşkerayî bi rola pêşengtiyê radibe. Çendek dem berê Mîhraç Ural têkildarî lîdertiya Mazlum Ebdî gotarek nivîsand û mantiqa geşedanên li qada Sûriyeyê raxist pêş çavan. Ebdî, di ferqa girîngiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û bandora wê ya li Sûriyeyê de ye. Bahçelî jî dibêje ku Tirkiye van hemleyan dibîne û girîngiyê pê dide. Di encama van hemleyan de HSD dê destkeftiyên girîng bi dest bixe. Lêbelê AKP’iyên kdi ferqa hêz û sînorên HSD’ê de gelo dê çawa vê bêyî bikevin nava ‘fikaran’ pêşwazî bikin, nizanim. Ji ber ku armanca Enqereyê ew bû ku HSD’ê bihelîne û di qada Sûriyeyê de bêzar bike. Divê mirov bibîne ku di hinek qonaxan de dê berjewendî hev negirin. Bahçelî ferq dike ku divê rîska vê jî were girtin.”
MA / Denîz Karabudak
