ERZIROM - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê got: "Em dikarin bi hewildan, xebat û ramanên her yekî ji me vê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û wê mezin bikin."
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê rapora dawî ya komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" daxuyand. Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di daxuyaniyê de ya li baxçeyekî li taxa Kirimqeya ya navçeya Qereçoban a Erziromê axivî, diyar kir ku wan komxebat bi armanca berfirehkirina felsefeya "Jin, jiyan, azadî" û bilindkirina dengê xwe yê li Erziromê li dar xistiye.
Çigdem Kiliçgun Ûçarê axaftina xwe bi bîranîna endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara berê ya Cizîr Berîvan Kutlu ku duh êvarê koça dawî kir, dest pê kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê got: "Duh me hevala xwe Berîvan Kutlu winda kir ku em bi salan di vê têkoşînê de bi hev re têkoşiyan. Wê hem di têkoşîna gelê xwe û hem jî di têkoşîna azadiya jinên Kurd de gelek tevkarî kir. Em ê wê ji bîr nekin."
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bilêv kir ku 25'ê Mijdarê ji bo jinan dîrokeke girîng e û got: "Ev dîrok, ji bo me jinan rawetgehek e. Tiştên jineke Erziromê dijî, ya li Stenbolê jî dijî. Tiştên li wir diqewimin li Ewropayê û li Efrîkayê jî diqewimin. Em pirsgirêkên jinan bi awayekî gerdûnî dinirxînin û em têkoşîna hevpar esas digirin. Li vî welatî jin hem bi tundiya derûnî hem jî bi ya fizîkî re rû bi rû ne. Tew li vir jin ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Li Tirkiyeyê ji 3 jinan yek jê bi tundiyêr e rû bi rû dimîne. Ji bo kujer jî ne hewce ye mirov pir dûr biçe. Kujer, li ber serê me ne. Em li dijî newekheviya zayenda civakî têdikoşin, lê desthilata AKP'ê vî 10 salî wekî sala malbatê îlan kir. Yanî malbatê di nava malbatê de li cihekî nayê dîtin heps kir. Belê, divê azadiya jinê ji malê dest pê bike, lê divê bi qanûnan bê mîsogerkirin."
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got: "Ev dîrok, dîrokeke gelekî girîng bû. Ev bang, pergala înkar û asîmlasiyonê ya edsalî pûç kir. Me jî gava dest bi komxebatên xwe kir, me bi jina azad û civaka demokratik dest pê kir. Em dikarin bi hewildan, xebat û ramanên her yekî ji me vê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û wê mezin bikin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
