RIHA - Di danişîna doza rojnameger Hamdullah Bayram de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayin û hate tehliyekirin.
Danişîna 3’yan a rojnameger Hamdullah Bayram ku bi hinceta qedexeya derketina derveyî welat binpê kiriye dihat darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Bayram ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin û parêzerê wî Resûl Tamûr tev li danişînê bûn.
Dadgehê, tevî parastina Bayram û Tamûr, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyeyê da.
Tê payin ku Bayram di nava rojê de ji girtîgehê derkeve.
ÇI BÛBÛ?
Belavkarê rojnameyê Hamdullah Bayram, di sala 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hate binçavkirin û girtin. Dadgehê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da Bayram û biryara qedexeya derketina derveyî welat da. Bayram, bi hinceta binpêkirina biryara şertê kontrola edlî dîsa hate girtin. Li ser vê yekê dosya ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê ve hate lêkolînkirin. Dadgeha Îstînafê jî diyar kir ku der heqê Bayram de lêpirsîneke cuda jî heye, got ku divê her du dosya bi hev re bên nrixandin û biryar betal kir. Ji bo jinûvedarizandinê ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê re şand.
