DÎLOK - TJA’yê, bi boneya 25’ê Mijdarê li Dîlokê têkoşîna li dijî tundiyê li dar xist.
Atolyeyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de berdewam in. Yek ji atolyeyên TJA bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad ve” li dar dixe jî li navçeya Şahînbey a Dîlokê hat lidarxistin. Atolye, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn.
LI SER TUNDIYÊ NÎQAŞ KIRIN
Di atolyeyê de bal kişandin ser dîroka 25’ê Mijdarê. Piştre jî li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê hatin kirin. Jinên tev li atolyeyê bûn, mînakên tundiyê yên di nava jiyana rojane de dan û gotin ku divê pêşiya tundiyê were girtin. Jinan, gotin ku ji bo mezinkirina piştevaniyê dê hemû derfetên xwe seferber bikin.
