AMED - Rêxistinên pîşeyî yên enerjiyê, bertek nîşanî zema dê ji 1’ê Çileyê ve bikeve meriyetê dan. Nûnerên li Amedê gotin ku fatûreya îro 900 TL dihat dê bi sala nû re bibe hezar û 900 TL.
Saziya Diyarkirina Piyasaya Enerjiyê 8EPDK), ragihand ku ji 1’ê Çileya 2026’an ve derbasî terîfeya nû dibin. Li gorî biryara di civîna EPDK’ê ya di 30’ê Cotmehê de hatiye dayin, ji 1’ê Çileya 2026’an ve dê mixdara mezaxtina salane ya koma mezexêrên avahiyan weke 4 hezar kîlovatsaat (kWh) bikeve meriyetê. Sazî û dezgehên cemaweriyê, îdareyên xwecihî, apartman, sîte û qadên van ên hevpar ku di nava heman komê de cih digirin jî dê di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Biryar dê di 1’ê Çileyê de bikeve meriyetê û ji hêla Serokê Saziya Diyarkirina Piyasaya Enerjiyê ve bê birêvebirin.
DÊ FATÛRE DU QET ZÊDETIR BIBIN
Serokê Şaxa Kedkarên Cemaweriyê yên Enerjî Pîşesazî û Madenê (ESM) yê Amedê Serdar Keskîn, diyar kir ku ev biryar dê bandorê li 2 milyon û nîv malbatan bike. Keskîn, got: “Ev ne verastkirineke zagonî ye, ev verastkirin ji hêla EPDK’ê ve hatiye kirin. Tişta bi vê verastkirinê tê xwestin ew e ku alîkariya dewletê ya ji bo bikarhinêrên 4 hezar kWh'ê were vekişandin. Bi vê yekê re mezexêrên fatûreyên wan hezar û 800 lîre dihat dê du qet zêdetir bibe. Bi vê re, mezexêrekî 900 TL fatûre dida dê êdî hezar û 900 TL’an bide. Ev, rêjeyeke pir bilind e. Ji ber ku ji sedî 6’ê mezexêran digire nav xwe. Anku ji sedî 6’ê Tirkiyeyê êdî dê nekare piştgiriyê ji dewletê bigire. Bi vê yekê re dê mezaxtina wan jî zêde bibe.”
ROJÊN ZEHMET LI PÊŞIYA XIZANAN E
Di berdewamê de Keskîn anî ziman ku welatiyên xizan dê ji ber vê biryarê bikevin rewşekî zehmet û got: “Ji ber ku hêj niha jî li şûna gaza xwezayî, xwe bi rêya ceyranê germ dikin. An jî li mitbaxê alavên bi ceyranê dixebitin bi kar tînin. Dema wiha be, dê lêçûnên wan jî zêde bibin. Tişta ji ewil divê em bikin ew e ku em gelê xwe di vê mijarê de agahdar bikin. Weke ESM’ê em lil dijî kartelên ceyranê, em pêşniyar dikin ku hemû şîrketên enerjiyê dîsa bikevin bin venErîna cemaweriyê. Beriya her tiştekî hewceye vê biryarê paşve bikişînin. Divê şîrketên enerjiyê bên îstîmlaqkirin.”
JI 50 MILYONAN DAXISTIN 5 HEZARAN
Hevserokê Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê Ufuk Bulut jî anî ziman ku “zema veşarî” li ceyranê hatiye kirin û got: “Bi vê biryarê re rewşa xizanan hêj girantir kirin. Zemekî veşarî ye. Fatûreyên niha hezar lîre dihatin dê sala pêş bibin 2 hezar lîre. Bi kurtasî dê hem jê re nebêjin zem hem jî ji sedî sed zem lê were kirin. Ji vê jî herî zêde kesên xizan bandor bibin. Di demên berê di nava 8 salan de bi nêzî 50 milyon kWh’ê dest pê kiribûn. Ji bo tesîsên pîşesaziyê yên mezaxtina wan zêde di navbera salên 2018 û 2025’an de daxistin 5 hezar kWh'ê. Rêjeya me ya salane niha 5 hezar kWh ye. Nêzî 80-90 kWh ji vê zêdetir e lê tê daxistin. Daxistin 333 kWh’ê. Anku fatûreyeke 900 TL dihat dê êdî bibe hezar û 900TL.”
GEL TÊ MEXDÛRKIRIN
Bulut, da zanîn ku şîrket gel mexdûr dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ewil şaredariyan li karê belavkirina ceyranê dikir. Piştre jî Saziya Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEK) hate avakirin. Piştre jî bi rêya xwemalîkirinê hêdî hêdî xwemalî kirin. Heta gihiştin rewşa em tê de ne. Rastiyek heye ku tadîlat nayên kirin, sexbêr nayê kirin û dibin sedema windahiyên canî û malî. Ji ber ku tenê bi çavê qezencê lê dinêrin, tenê ji bo dahatê lê tê nihêrtin. Lewma qada civakî vala tê hiştin, temîr nakin û xizmetê jê re nabin. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê were îstîmlaqkirin. Divê di bin çavdêriya civakê û rêveberiyên herêmî de be.”
MA / Fethî Balaman
