Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn

  • rojane
  • 16:22 15 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seyîd Rıza û hevrêyên wî li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soza ku dê têkoşîna wan bi aştî û civaka demokratîk bê tacîdarkirin. 

Seyîd Riza û hevrêyên wî di 88'emîn salvegera darvekirina wan de li gelek bajaran bi çalakiyên curbicur hatin bibîranîn. 
 
ŞIRNEX
 
Li navenda Şirnexê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve ji bo salvegera 88emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate dayîn bûn.
 
Daxûyanî tenê bi Tirkî hate dayîn. Piştre Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ew di kesayeta Seyîd Riza û hevrêyên wî de hemû cangoriyên Terteleya Dêrsîmê bi bîr tînin û wiha got: “Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta îro li ser yek netewê hatiye avakirin. Li dijî vê yekê serhildanên gelê Kurd hatin destpêkirin û bi hezaran welatiyên me hatin qetilkirin. Gelê Dêrsimê di serdema Osmaniyan de 600 salan bi awayek xweser jiyan dikir. Bi avakirina komarê re li ser xweseriya Dersîmê êriş pêk hatin.”
 
‘DIVÊ CIHÊ GORÊN WAN BÊN EŞKEREKIRIN'
 
Mehmet Zekî Îrmez di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Xwestekên gelê Kurd, xwestekên gelê Dêrsimê hene. Divê dewlet di vê pêvajoyê de bi van rastiyan re rû bir û bîmîne û rastiya van pêkanîna derxe holê. Divê dewlet cihê gorên kesên hatine qetilkirin eşkere bike, heya ku ev yek pêk neyê mirov nikare qala pêvajoyek serkeftî bike.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Seyîd Riza rûmeta me ye” bi dawî bû.
 
WAN
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 88emîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina Dêrsimê ji bîr nakin, em Seyîd Riza û hevrêyên wî bi rêzdarî bi bîr tînin” hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmûd Dîndar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê tenê bi Tirkî hate xwendin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê DEM Partiyê Îlhan Gunay ve hat xwendin. Îlhan Gunay diyar kir ku Terteleya Dêrsimê ku di dîroka komarê de rûreşiya herî mezin e û pergala netew-dewletê ya li dijî bawerî û nasnameyan nayê qebûlkirin. Îlhan Gunay da zanîn ku hişmendiya yekparêz dixwaze bi qetlîaman, polîtîkayên bişaftinê hwd. xwe li ser pêyan bigire û wiha got: “Avakirina komareke demokratîk bi guherandina kodên kevneşopî û înkarê yên netew-dewletê pêkan e. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya rêzdar Ocalan, di heman demê de banga eşkerekirina heqîqetan, pêkanîna edaletê û parvekirina êşan e. Rûbirûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re ji bo pêkvejiyanê pêdiviyeke mezin e û bidawîkirina polîtîkayên bêgoriyê û eşkerekirina cihên gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî ji bo aştiyeke mayînde gelek girîng e. Em careke din Seyîd Riza û hevrêyên wî yên ku têkoşîneke bêhempa dane bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
AGIRÎ
 
Di merasîma bîranînê ya ji bo Seyîd Riza û hevalên wî de ku li avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hate lidarxistin, endamên DBP, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî, MEBYA-DER, DÎK û gelek kesên din beşdar bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Seyîd Riza û hevalên wî dest pê kir. Endamê DÎK'ê Îlhan Tan di merasîma bîranînê de axaftinek kurt kir û got: "Bi sedsalan e ku zordar, barbar û bedewiyan Kerbelayê anîn serê gelê Kurd. Îro roja şehîdbûna Seyîd Riza ye. Lê gora Seyîd Riza hîn jî tê veşartin. Em dixwazin ev yek ji raya giştî re were eşkerekirin û bîranînên li gorî Seyîd Riza werin lidarxistin."
 
Piştî axaftinê sînevîzyonek hat nîşandan ku behsa têkoşîna Seyîd Riza û hevalên wî û komkujiya wî dikir.
 
ERZIROM
 
Seyîd Riza li navçeya Qereyazî ya Erziromê jî ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve hat bibîranîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn ku di bin berfê de hat lidarxistin. Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ramazan Karakaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dê têkoşîna Seyîd Riza û hevalên wî bi aştî û civakeke demokratîk tacîdar bikin.

Sernavên din

16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû