AGIRÎ - Şîna endamê HPG’ê Huseyîn Ozturk li Agiriyê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Beşdaran, dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Endamê HPG’ê Huseyîn Ozturk (Berzan Mûrat) di sala 2017’an de li herêma Metînayê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Ozturk, li gundê Erebaliyê yê navçeya Dutax a Agiriyê şîn hate danîn. Girse, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çû serdanê. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li serdanê bûn.
‘ŞEHÎD NAMIRIN’
Girseya ku di têketina gund de kom bû, ber bi mala şînê ve meşiya. Di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Girseya ku gihişt cihê şînê, ji malbata Ozturk re sersaxî xwest û piştre kirina duayan vegeriya.
Şîna Ozturk dê heta dusibe berdewam bike.
