NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CPT’yê Kameran Osman, diyar kir ku pêvajo bandoreke erênî li tevahiya herêmê kiriye lêbelê Tirkiye hejmara baregehên xwe yên leşkerî yên li herêmê zêde dike.
Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman, der barê encamên serdana tîma CPT ya ji bo deverên sînorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de û bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêkirî ya li ser herêmê ji Rojnewsê re axivî.
Osman, da zanîn ku hefteyek piştî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata îsal, artêşa Tirk rêjeya êriş û bombebaranên xwe li gorî hefteyek berî bangê ji sedî 145 zêdetir kir û got: “Di meha Adarê de 118 êriş û bombebaran pêk hatin. Di meha Nîsanê de 210, di Gulanê de 510 êriş, di Hezîranê de 550 êriş û di Tîrmehê de jî rêjeya êrişan kêm bû û tenê 18 êriş û bombebaran hatin kirin. Di Tebaxê de 16 êriş hatin kirin, di Îlon û Cotmehê de tu êriş nehatine kirin. Ji sala 2015’an heta niha cara ewil e em dibînin Tirkiye di mehekê de êriş nekiriye. Tevî ku par pêvajoyeke aştiyê nebû jî îsal ji par bêhtir êriş hatin kirin. Îsal hezar û 696 bombebaran û par jî hezar û 548 êriş hatin kirin. Par di êrişên Tirkiyeyê de 35 sivîl hatin qetilkirin û îsal jî 6.”
DERDORA BAREGEHAN BI BETONAN QAHÎM DIKE
Bi domdarî Osman bi bîr xist ku li Herêma Kurdistanê 139 baregeh û navendên leşkerî yên artêşa Tirk hene û got: “Artêşa Tirk sûd ji pêvajoya aştiyê digire û dora hemû baregehên xwe bi dîwarên betonan qahîm dike û pîstên helîkopteran li nava van baregehan çêdike. Rê û cadeyên di nava van baregehan de çêdike. Di vê çarçoveyê de jî di nava du mehên borî de dewleta Tirk gelek dar birîne. Di hinek rojan de nêzî 90 traktoran darên li deverên Zap, devera Nêrwe û Rêkaniyan birîne û veguhestine nava sinorên Tirkiyeyê. Van daran dibin kargehên li Tirkiyeyê ji bo kursî, qenefe û mêzeyan bikartînin, van amêrên bi van daran çêdike carek din dişîne bazarên başûrê Kurdistanê. Yanî darên me difiroşin me.”
183 GUND BI TEMAMÎ VALA BÛNE
Osman, got ku li Herêma Kurdistanê hezar û 190 gundên ku ji êriş û bombebaranên Tirkiye bandor bûne hene û ev tişt anî ziman: “Ji van 183 gund bi temamî vala bûne. Ji van gundan tu welatî nikarin vegerin gundên xwe. Mizgeft, dibistan, nexweşxane û xaniyên van welatiyan hilweşiyane. Pêwîste hemû baregeh û navendên leşkerî yên Tirkiye li nav xaka başûrê Kurdistanê bên valakirin, welatî vegerin ser gund û erdên xwe. Divê artêşa Tirk tazmînata welatiyan bide. Hikûmeta Herêm û Iraqê jî ji avakirina gundan û vegerandina welatiyan a ser gundan berpirsyarin.”
‘DI WEFATNAMEYÊ DE NABÊJIN DEWLETA TIRK KUŞTIYE’
Osman, da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye ji vê wêraniyê berpirsyar bê girtin tu tiştek nekiriye û got: “Hikûmeta Herêmê li şûna pêşî li operasyonên artêşa Tirk bigre, bi rêya wefatnameya welatiyên sivîl zilmek mezin li qurbaniyan kiriye û heta niha jî nenivîsandiye ku ji ber bombebaranên artêşa Tirk şehîd bûne. Tenê nivîsandine teqîn. Hikûmeta herêmê û ya Iraqê ji bo silametiya sivîlan bi erka xwe ranebûne.”
YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERDIKEVIN TÊN DARIZANDIN
Osman, daxuyad ku welatiyên li dijî dagirkeriyê derdikevin jî tên girtin û binçavkirin û got: “Bêguman nabe mirov pêvajoya dadgehkirina girtiyên Behdînanê ji operasyonên Tirkiyeyê cuda bigre dest. Ji 81 girtiyên Behdînanê, em beşdarî danişînên 26 kesan bûn. Piranî bi hevkariya PKK’ê hatin tawanbarkirin. Beşek ji wan welatiyan ew bûn ên di Çileya 2019’an de tev li xwepêşandanên li dijî baregehên Tirkiyeyê yên li Şêladizê bûn. Hin kes tenê ji ber ku bo sekinandina êrişan ji Konsolosxaneya Almanyayê re name şandine, sê sal cezayê hefsê lê hate birîn. Kesên name wergerî zimanên din kirin 2 sal û nîv ceza lê hatiye birîn. Zext li gelek kesên li dijî êrişên Tirkiyeyê derketine hatiye kirin.”
BANGA JI BO HIKÛMETAN
Osman, da zanîn ku bi dehan gundên Mesihiyan ên li ser sînor ji ber êrişan vala bûne û got: “Par du dêrên li Herêma Kurdistanê hatin hilweşandin. Ji ber bombebaranên artêşa Tirk Mesîhî nikarin li Dola Nehle û Berwarî Bala merasîmên xwe yên olî bikin. Ji ber vê çendê Mesîhiyên deverê jî mîna Kurdên Misilman bûne armanca êrişan. PKK’ê piştî banga birêz Ocalan tenê 11 çalakiyên bersivdanê pêkanîne, ew jî artêşa Tirk êrişî ser wan kiriye wan jî bersiv dane. Amarên li ber destê me wisan dibêjin ku pêwîste hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li vê xakê xwedî derkevin.”
