WAN - Tevî ku li Wanê hezar û 700 nexweşên çolyakê hene jî, di nexweşxaneyan de beşên gastroenterolojiyê tune ne. Malbatên nexweşan daxwaz dikin ku mexdûriyeta wan û pirsgirêka heyî were çareserkirin.
Li Wanê li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gel, zêdetirî 2 hezar û 700 nexweşên çilyakê hene. Li bajêr li gel du nexweşxaneyên dewletê û gelek nexweşxaneyên taybet jî, serwîsa gastroenterolojiyê tune ye.
Nexweşên li bajêr an diçin Amedê yan jî Erziromê. Nexweşên çolyakê ku nikarin tiştên ji genim tên çêkirin bixwein, di warê teşxîskirina nexweşiyê û kontrolkirina wê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
Xizmên nexweşan, diyar kirin ku mexdûr in û xwestin beşa navborî li nexweşxaneyên bajêr bê vekirin.
Bahar Palayê diyar kir ku kurê wê yê 12 salî bi salan e bi vê nexweşiyê re têdikoşe û got: "Kurê min roj bi roj li ber çavên me dihele. Her bijîşkê ku em wî dibin cem wî berê me dide klînîka gastroenterolojiyê, lê ew klînîk li Wanê tune ye. Gava klînîk tune be, bijîşk tune ye. Cihê herî nêzîkê me Amed an jî Erzirom e. Me derfetên darayî tune ku kurê xwe bibin wir. Ez zêdetirî salekê ye nikarim wî derman bikim."
Ganî Acar anî ziman ku bi kurê wî yê 10 salî şeş sal in nexweşiya çolyakê heye û got: "Nexweşiya çolyakê hetahetayê berdewam dike. Nexweş divê parêzekê bişopînin û berhemên bê gluten bixwin. Lê dîtina berhemên wiha li Wanê hema hema ne mumkin e. Em neçar in ku serhêl siparîş bikin, ku ev yek bi rastî jî nerehetiyek e. Berhemên ku em dixwazin di wextê xwe de nagihîjin. Siparîşkirina serhêl jî biha ye. Bi sedan malbat hene ku nikarin bikirin. Em hêvî dikin ku şaredariyên li Wanê vê pirsgirêkê çareser bikin û demildest firoşgehên ku em dikarin bi hêsanî bigihîjin berhemên vê nexweşînê vekin."
MA / Lutfu Pala
