NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Gîvara Şêx Nûr destnîşan kir ku hikûmeta Şamê israr dike ku der barê pêvajoya entegrasyonê de gavan neavêje û got: "Rojhilata Navîn dê êdî biguhere. Yên ku nikaribin xwe nû bikin, mîna Esad dê neçar bimînin birevin."
Hevdîtinên li Sûriyeyê ku piştî peymana 10'ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat îmzekirin, dest pê kirin, berdewam dikin. Her çend di navbera komên leşkerî yên girêdayî Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de carinan alozî û pevçûn derdikevin jî, tê gotin ku Rêveberiya Xweser navên 72 fermandaran daye hikûmeta Şamê ku dê di çarçoveya danûstandinên entegrasyonê de di artêşa Sûriyeyê de di meqamên bilind de cih bigirin.
Edîtorê Servîsa Siyasî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rojnamevan Gîvara Şêx Nûr pêşketin û pêvajoya entegrasyonê nirxandin.
‘ŞAM DI NEAVÊTINA GAVÊN PRATÎK DE ISRAR DIKE'
Şêx Nûr destnîşan kir ku hikûmeta Şamê piştî peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de hat îmzekirin, israr dike ku gavên erênî neavêje û got: "Dema ku em li HSD'ê dinêrin, ew bi rastî ji destpêkê ve li ser entegrekirina Kurdan li Sûriyeyê diaxivin. Heta di serdema Esed de jî, hêzên Kurd van daxwazan anîn ziman. Ev di serdemên piştre de jî wisa bû. Lêbelê, şert û mercên îroyîn ji yên berê cuda ne. Berê, nêzîkatiya îdeolojîk a rejîma Baasê ev yek red dikir. Îro, nêzîkatiya olî û baweriyê ya HTŞ'ê li dijî vê yekê ye. Her çend rêveberiya Şamê di dezgehên xwe yên çapemeniyê de îdia dike ku HSD'ê tu gav neavêtiye jî, bi zelalî diyar e ku tevî daxuyaniyên dubare yên amadebûnê yên HSD'ê, ew rêveberiya Şamê ye ku di pratîkê de tu gav neavêtiye. Hikûmeta Şamê hêvî dike ku HSD piştî ku bi tevahî hilweşe û xwe ji hev belav bike, tevlî vê rêxistinê bibe. Lêbelê, bûyerên li Siwêdayê ku elewî lê dijîn, nîşan dan ku tiştek wisa ne mumkin e. Kurd, Ereb û asûrî dikarin bibînin ka dê çi bi serê wan were. Ew komkujiyên li dijî elewiyan dibînin û sedema wê di nebûna rêxistina wan a leşkerî de ye. Bi heman awayî, durzî, ji kêliya ku wan ev komkujî dîtin, hêzên xwe kirin yek. Ji ber vê yekê, her kes îro ji HSD'ê encameke erênî hêvî dike."
‘DÊ ROJHILATA NAVÎN BIGUHERE’
Şêx Nûr diyar kir ku Tirkiye astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya entegrasyonê ye û gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan armanc dikin ku wê asteng bike. Şêx Nûr got: "Ew nahêlin gelê Sûriyeyê pirsgirêkên xwe çareser bike. Rewşa destwerdanê ya domdar heye. Binêrin, li Parîsê di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şara de civînek hatibû plankirin. Tirkiye dîsa destwerdan kir. Bi eşkereyî rê li ber çûna Şara bo Parîsê girtin ji ber ku piştî vê civînê diviyabû hin gav werin avêtin. Lê ev yek çênebû. Di demên dawî de, Hevpeymaniya Navneteweyî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack bi her du aliyan re civîn li dar xistin. Armanca van civînan avêtina gavên erênî bû. Bi vî rengî, gavên erênî dihatin hêvîkirin, lê ew çênebûn. Dema ku em lê dinêrin, Pêvajoya Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin û pêvajoya li vir tê meşandin bi hev ve girêdayî ne. Bê guman, pêvajoya ku bi Tirkiyeyê re tê meşandin pir hesastir û dijwartir e. Ji ber vê yekê, hesasiyet pir girîng e. Niha, heke hûn hewl bidin ku pêvajoya ku hûn bi PKK'ê re dimeşînin bi HSD'ê ve girêbidin, ev nîşan dide ku hûn naxwazin çareseriyekê bibînin. Lêbelê, dema ku em lê dinêrin, li Tirkiyeyê jî tu gav nehatiye avêtin. Bi rastî, dema ku em li têgihîştina Tirkiyeyê dinêrin, em nêzîkatiyekê dibînin ku bi tevahî bi ya dewleta Sûriyeyê re li hev dike. Dema ku em li kesên ku li her du aliyan gavan diavêjin dinêrin, PKK li aliyekî û HSD jî li aliyê din gavan diavêje. Lê em bawer dikin ku ew ê di demeke nêzîk de neçar bimînin ku gavan bavêjin. Ji ber ku ji bo wan, ev bûye meseleya hebûn an nebûnê. Ji ber ku ew dizanin ku heke ew gavan neavêjin, pêvajo dê li wan bixe. Yên ku îro Rojhilata Navîn dişopînin û lêkolîn dikin dibînin ku Rojhilata Navîn dê biguhere. Rêyeke din tune. Yên ku xwe li Rojhilata Navînê nû nekin û neguherin, mîna Beşar Esed dê neçar bimînin birevin."
Şêx Nûr destnîşan kir ku armanca sereke ya hin komên girêdayî Rêveberiya Şamê yên ku êrişên berdewam li ser çeperên HSD'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ew e ku di navbera Ereb û Kurdan de rageşiyê biafirînin. Şêx got: "Lêbelê, tevî hemû hewldanên wan, ev çênabe. Ji ber ku deh sal in Kurd, Ereb û asûrî bi hev re li dijî DAIŞ'ê şer kirine û bi hev re xwîn rijandine. Ji ber vê yekê, çiqas hewl bidin ku aloziyê derxînin jî, ew têk diçin. Dema ku êrişî Efrînê kirin, armanca wan ev bû. Lê ew têk çûn. Ji ber ku projeya li vir (Rêveberiya Xweser) berê hatiye avakirin û bicîhkirin. Ji ber vê yekê, ew nikarin bi ser bikevin. Kurd, Ereb û asûrî êdî li vir bi hev re şer nakin. Li dîroka Sûriyeyê binêrin. Ereb, Kurd û xiristiyan her tim bi hev re jiyane. Ji ber vê yekê HSD ji bo parastina gel hat damezrandin, ragihand ku ew ê êrişî kesî neke û dê gel biparêze. Ev yek rê li ber pevçûneke navxweyî digire. Wekî din, her kes dizane ku HSD bi giranî ji şervanên Ereb pêk tê. Dema ku em îro li Rêveberiya Xweser dinêrin, em dibînin ku her kes dikare xwe bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku di demeke nêzîk de hin gav dê werin avêtin. Wekî din, ew kesên ku li ser mafên xwe israr dikin û naguherin, dê bi kesekî din werin guhertin."
MA / Ahmet Kanbal
