NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Ekrem Îmamoglû de ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de banga îfadeyê li rojnameger Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Rûşen Çakir, Yavuz Oghan û Batuhan Çolak hate kirin. Rojnameger dê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi îdiayên “belavkirina agahiyên xelet” û “alîkariya rêxistina sûc” îfadeyê bidin.
Rojnameger Rûşen Çakir, li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal diyar kir ku nehatiye binçavkirin. Çakir, got ku Asli Aydintaşbaş jî li DYA’yê ye.
