AMED - Welatiyên Amedê têkildarî biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişandina hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê nirxandin û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan di mijara aştiyê de pir zelal in. Divê dewlet gavan biavêje.”
	Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” Weke ajansa me jî pirsa daxuyaniya dîrokî ji xelkê Amedê pirsî. 
	Ji welatiyan Mecîd Turgay, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka salên 90’î ve ji bo aştiyê gelek gav avêt û di hemû pratîkên xwe de gelek jidil bû. Turgay, got: “Ewqas gavên erênî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd diavêje, bi rastî jî gelê Kurdistanê serfiraz kir. Lê hewceye beramarî vê yekser gavên yasayî-demokratîk bên avêtin. Bi taybet jî divê ’mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan û girtiyên siyasî tavilê were cîbicîkirin. Ji ber ku heke birêz Ocalan azad bibe dê aştiya di salekê de were dê di mehekê de were. PKK’ê her tim gotiye ku bi rêberê xwe yê neteweyî re dilsoz e û her tim bi gotina wî kir. Ez hem spasiya Tevgera Azadiyê ya Kurd hem jî spasiya birêz Ocalan dikim.” 
	Mehmet Gunay jî got ku divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Li gelek welatan gelek netew bi hev re dijîn. Ma çima li Tirkiyeyê nejîn? Divê li Tirkiyeyê aştî çêbibe û her kes di nava hizûrê de bijî.” 
	‘KURDAN SÊ GAV AVÊT LÊ DEWLETÊ HÊJ TU GAV NE AVÊTIYE’ 
	Omer Donmuş jî got: “Em ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bawer in. Baweriya me bi Tirkan nayê ji ber ku me sê gav avêtine lê wan hêj gavek jî neavêtiye. Bila girtiyên me berdin ku em ji wan bawer bikin. Em ne ji Tirkan, ji partiya xwe bawerin. Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe. Aştî, bi gotina wî, bi hebûn û fikrên wî pêkan e. Da ku gel bawer bike.” 
	Sîdar Gorucu jî got: “Tevgera Azadiyê ne tiştekî biçûk e. Ev 40 sal in têdikoşe. Lewma ew baş dizanin ka dê çi bikin û biryarekî çawa bidin. Dewlet jî divê gavan biavêje. Gava ewil jî azadiya zimanê dayikê û mafên gel e. Lêbelê heta Rêberê me li Girava Îmraliyê be aştî tenê xeyalek e. Li ser vî esasî em dixwazin Rêberê me li derve be, li cem me be. Heke Rêberê vî gelî pê re be, dê pirsgirêk jî çareser bibe.” 
	Reşît Arda jî gavên heta niha Tevgera Azadiyê avêtine bi bîr xist û got ku dewletê li hemberî vê tu gavek neavêtiye. Arda, bi lê kir ku baweriya wî nîne ku dewlet gavekê biavêje û got: “Komîsyon hatiye avakirin lê ez ji jidilbûna wan jî ne bawerim. Biryardariya PKK’ê li holê ye, çekên xwe danîn, agirbest ragihand û ji Tirkiyeyê vekişiyan. Lê aliyê din gavekê naavêje ku em bawer bikin. Li Meclisê civînên vala dikin, hema ewqas. Ji ewil divê sererastkirinên hiqûqî bikin. Derhiqûqî tiştek nabe. Baweriya min bi dewletê nîne. Ji bo bawer bikim, divê gavan biavêje. Yek ji van gavan jî guhertina yasayan e. Weke mînak, ji bo berdana girtiyên siyasî dikarin di yasayan de guhertinan bikin.” 
	‘TEKANE KESÊ DIKARE AŞTIYÊ BÎNE ABDULLAH OCALAN E’  
	Ji welatiyan Cengîz Kiliç jî got ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû sozên xwe bicih aniye û wiha pê de çû: “Lê baş e dewlet sozên xwe bicih tîne? Tekane kesê dikare aştiyê bîne welat, Abdullah Ocalan e. Em ji hemû sozên Abdullah Ocalan û PKK’ê bawer in. Lê em ji sozên Erdogan bawer nakin. Girîng e ka dewlet çiqasî girîngiyê dide aştiyê. Lê dewlet jidil nîne. Nexwe heta niha zû de aştî bûbûya. Her kes dizane ku divê dewlet êdî gavan biavêje. Tekane daxwaza me ya ji dewletê ew e ku êdî kesek nemire û aştiyê pêk bîne. Tiştekî ku dewlet bixwaze û nekare bike nîne. Aştî ne tiştekî zehmet e.”
	‘JI BO GERÎLA DIVÊ SERERASTKIRINAN BIKIN’  
	Seyfettîn Yetîşmîş jî bi lêv kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim li gel çareserî û aştiyê bû û wiha axivî: “Têkildarî pêvajoyê baweriya me bi AKP û dewletê nîne. Ji bo bawerî çêbibe ji ewil bila girtiyên siyasî berdin. Heta Abdullah Ocalan azad nebe û fikrên xwe bi awayekî azad parve neke, aşît çênabe. Em aştiyê ji bo tevahiya gelên bindest dixwazin. Bila efûyeke giştî were derxistin, ji bo gerîlayan sererastkirineke qanûnî çêbibe û gerîla bi temamî were.” 
	Melek Bîlen jî bal kişand ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û got: “Ên me aştiyê dixwazin. Lê dewlet hêj nabêje gerîla. Hêj dibêjin ‘teror.’ Em van gotinan qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin û dixwazin dewlet gavan biavêje.” 
	MA / Heval Onkol   




