COLEMÊRG - Endamê DÎK’ê Loknan Ozdemîr diyar kir ku di demên dawî de li Şemzînanê xebatên terîqetên xwedî zîhniyeta tundraw zêde bûne û got: “Ev terîqet xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne û dewlet piştgiriyê dide wan. Divê gel rê nede ku ev zîhniyeta DAIŞ’ê bikare xwe birêxistin bike.”
Di demên dawî de li navçeyên Gever û Colemêrgê xebatên terîqetên li gelek gundan cînayetên hovane kiribûn û bi fikrên xwe yên tundraw tên zanîn, zêde dibin. Xebatên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ên li herêmên ser sînor tên astengkirin lêbelê ji van terîqetan re qad tê vekirin û xebatên wan zêde bûne. Ev jî nîşan dide ku ev terîqet di çarçoveya polîtîkaya dewletê de dîsa ketine dewrê. Komeleya Lêkolînên Olê û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Geverê (YOAYDER) ku girêdayî DÎK’ê ye, zêdetirî 12 sal in xebatên wê tên astengkirin. Komeleyê, piştî 12 salan karî bi sernavê “Di Ola Îslamê de Civak û Jin” panelekê li dar bixe.
Endamê DÎK’ê Lokman Ozdemîr, diyar kir ku piştî 12 salan careke din dest bi xebatên xwe kirin û got ku di pêvajoya dawî de ji hêla Îslamî v e pêşiya jinan tê girtin. Ozdemîr, got: “Ji bo vê, sepanên taybet di meriyetê de ne. Di serdema pêxemberê me de jin di civakê de xwedî roleke çalak bû û pêşengtî dikir. Em dixwazin di roja me de jî wisa be. Xebatên me di vê çarçoveyê de ne. Piştî wefata pêxemberê me, pêşiya jinan hate girtin. Jin, xistin hundirê malê. Heta jin zana nebe civakeke nikare polîtîk û zana bibe. Me jî xwest di vê çarçoveyê de polîtîkayekê bimeşînin.”
'MESELEYA WAN NE ÎSLAMIYET E’
Ozdemîr, bal kişand ser girîngiya Şemzînan a di dîroka olê de û anî ziman ku tiştekî rasthatî nîne ku ev polîtîka li navçeyê tên zêdekirin. Ozdemîr, wiha pê de çû: “Dixwazin bi taybet jî civaka vir paşverû bihêlin. Em çareseriya pirsgirêkê, di wê de dibînin ku jin careke din di nava civak û Îslamê de cih bigire. Heke jin ji hêla felsefî û olî ve cihê xwe bigire, dê pêşengtiya civakê bike. Li vir em bûn şahidên rêxistinên bi rêbaza DAIŞ’ê û bi vê yekê re girîngiya vê meseleyê careke din derket holê. Pêdiviya Şemzînanê bi rêxistiniyeke ji hêla olî ve nîne. Ev der ji xwe cihekî Îslamî û oldar e. Heke meseleya wan rêxistiniya Îslamî be wê demê çima naçin Ewropayê yan jî cihên ne Îslamî? Li cihekî mîna Şemzînanê bi arastekirina kîjan aqilî vê rêxistiniyê dikin?”
'DIXWAZIN ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê LI KURDISTANÊ BELAV BIKIN’
Ozdemîr, destnîşan kir ku bi destê dewletê pêşiya rêxistiniyên terîqetan tê vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gel li dijî vê hişyar be. Derdê van kesan ne Îslamiyet e, ev aşkera ye. Dixwazin pêşiya gel û bi taybet jinan bigirin. Hewl didin zîhniyeta DAIŞ’ê li vê xakê bicih bikin. Zîhniyeta DAIŞ’ê, zîhniyeta qetilkirina civakê ye. Hewl didin vê zîhniyetê li Kurdistanê belav bikin. Gazinca sereke ya xelkê vê derê ev e. Hin derdor jî piştgiriyeke mezin didin van. Kî ne ev derdor? Divê bersiva vê pirsê were dayin. Hewceye gelê me li dijî van hişyar be û rê nede vê zîhniyeta DAIŞ’ê ku bikare xwe birêxistin bike. Weke DÎK’ê em ê di rojên pêş de ji bo hestiyariyê xebatên xwe zêde bikin.”
MA / Ceylan Şahînlî