Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir

  • jin
  • 09:14 23 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN - Ji parêzerên doza Rojîn Kabaîşê Zeynep Demîrê diyar kir ku divê hemû delîl bi awayekî yekpare ji nû ve werin nirxandin û got: "Vekirina telefona Rojînê xaleke girîng e ji bo ronîkirina dosyeyê." 
 
Mirina biguman a xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê û dosyaya lêpirsînê hîn jî yek ji rojevên sereke ye. Neeşkerekirina nimûneyên DNA'yê yên du zilamên ku di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatin tespîtkirin û binpêkirinên di lêpirsînê de li bara civakê bûne sedema nerazîbûnan. 
 
Ji parêzerên dosyeya Rojîn Kabaîşê Zeynep Demîrê qonaxa dawî ya dosyeyê nirxand.
 
GILIYÊ DER BARÊ ATK'Ê DE
 
Zeynep Demîrê diyar kir ku ji roja yekem a windabûna Rojîn Kabaîşê ve îhmalkarî hebûye û got: "Me gelek caran diyar kir ku ji roja yekem ve di dosyeya lêpirsînê de îhmalkarî hene. Me di raporê de tespît kir ku pêvajo dereng maye, îhtîmala êrişa zayendî ji bo jineke ku di şert û mercên gumanbar de miriye nehatiye nirxandin û nimûneyên DNA'yê yên hatine tespîtkirin bi raya giştî an parêzeran re nehatine parvekirin."
 
Zeynep Demîrê diyar kir ku ATK di dosyeya Rojîn Kabaîşê de "îhmalkarî û îstismarkirina erkê" kiriye û wan giliyê wê kiriye û got: "Wê rapora di dest xwe de di 10'ê Cotmehê de radestî me kir. Ji ber vê yekê, ev îhmalkarî bûye sedema wê encamê ku Saziya Tiba Edlî bi giranî erkê xwe paşguh kiriye û ev îhmalkarî di sala borî de bûye sedema zirara gelek delîlan û dibe ku piraniya wan niha winda bûbin jî. Di rewşên wiha de, Saziya Tiba Edlî divê pêvajoyê ji destpêkê ve bi baldarî bi rê ve bibe, piştrast bike ku ew erkê xwe paşguh nake."
 
ÎXTÎMALA ÊRIŞA ZAYENDÎ
 
Zeynep Demîrê destnîşan kir ku îhtîmala êrişa cinsî di dosyeya Rojîn Kabaîşê de, wekî gelek mirinên gumanbar ên jinan, zêde ye. Zeynep Demîrê diyar kir ku hem Saziya Tiba Edlî û hem jî dozger divê binirxînin ka gelo Rojîn Kabaîş rastî êrişa zayendî hatiye yan na. Zeynep Demîrê destnîşan kir ku divê hemû delîlên heyî yên di dosyeyê de di vê qonaxê de ji nû ve werin nirxandin û got: "Di vê gavê de, me daxwaza xwe ya 'lêpirsîna berfireh' pêşkêşî dosyeyê kiriye. Em her wiha hevdîtinên xwe yên pêwîst ên der barê rapora tiba edlî de didomînin. Pêvajo her wiha berdewam dike da ku were destnîşankirin ka dê çi lêpirsîn werin kirin da ku DNA'ya ji di laşê Rojînê de hat tespîtkirin were destnîşankirin. Ji ber vê yekê, divê ev pêvajo bi baldarî bidome." 
 
‘DIVÊ BIRYARA NEPENÎTIYÊ BÊ RAKIRIN'
 
Zeynep Demîrê diyar kir ku divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyeyê bê rakirin û îhmalkarî bên lêkolînkirin. Zeynep Demîrê destnîşan kir ku pêdivî bi şopandineke berfireh heye û wiha got: "Di rewşa heyî de, hê jî telefona Rojînê nehatiye vekirin, ji ber vê yekê tu biryarek nehatiye dayîn. Daxuyaniya Wezîrê Dadê diyar kir ku piştgiriya teknîkî dê ji derveyî welêt were wergirtin. Lêbelê, ev ceribandina teknîkî diviyabû ji roja yekem ve bihata kirin. Hiştina vekirina telefonê ji bo salekê, xetera zirara digihê daneyan diafirîne. Di destpêkê de, pêdivî bû ku teknîkên navxweyî û navneteweyî bihatana nirxandin."
 
Zeynep Demîrê anî ziman ku vekirina telefonê ji bo zelalkirina dosyeyê pir girîng e û got ku pêdivî ye ku dane demildest bên tespîtkirin. Zeynep Demîrê destnîşan kir ku dosye ji hêla rêxistinên civaka sivîl û baroyên Amed û Wanê ve bi baldarî tê şopandin û got: "Raya giştî jî hewleke cidî dide ku dosye demildest bê ronîkirin. Divê dosyeya Rojînê û yên hemû jinên ku di şert û mercên gumanbar de mirine bi baldarî werin zelalkirin. Ji ber vê yekê, em ê hemû hewl û têkoşîna xwe bidomînin da ku dosye bi baldarî bê zelalkirin."
 
NAKOKIYÊN DI RAPORÊN ATK'Ê DE
 
Zeynep Demîrê bal kişand ser nakokiyên di raporên ATK'ê de û got: "Wê daxuyaniyên ku nakokiyên cidî di hundirê xwe de hewandine dane. ATK'ê di raporan de jî nakokiyeke bi vî rengî pêşkêş kir. Ji ber vê yekê, divê ew vê yekê zelal bike. Piştî ku îhtîmala belavbûna DNA'ya heyî destnîşan kir, ew li ser çi bingehê hîn jî îhtîmala belavbûnê dibêje? Her wiha divê ew raporekê pêşkêş bike ku zelal bike ka xetera belavbûnê hîn jî li cihên ku DNA lê hatiye dîtin heye yan na. Ev encam nakokiyeke ku hîn nehatiye zelalkirin eşkere dike. Em nîqaşên xwe bi pisporan re der barê van mijaran de didomînin û em daxwazên xwe li gorî wê pêşkêşî dosyeyê dikin."
 
Zeynep Demîrê destnîşan kir ku li bajêr di meh û nîvekê de 13 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û got ku divê dewlet li gor divêtiyên xwe pêvajoya lêpirsîna çalak û mekanîzmayên pêşîlêgir bixebitîne. Zeynep Demîrê bilêv kir ku divê raya giştî wekî dosyeya Rojîn Kabaîşê li dijîv van mirinan bitêkoşe û got ku heya kiryar neyên darizandin û mirinên biguman neyên ronîkirin ew ê bitêkoşin.
 
MA / Ozlem Yacan 

Sernavên din

13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire