AMED - Dayikên Aştiyê ku konferansa xwe li dar xistin, diyar kirin ku azadiya gel girêdayî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Dayikên Aştiyê di 18-19’ê Cotmehê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk in” konferans li dar xist. Konferans, piştî 12 salan hate lidarxistin. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek Dayikên Aştiyê tev li konferansê bûn. Tekane daxwaza di konferansê de derketî pêş, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Sakîne Demîr ku ji Manîsayê hatibû Amedê û tev li konferansê bû, diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê kolan bên dagirtin, Abdullah Ocaaln bi awayekî azad li ser maseyê rûnê û pirsgirêk bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin. Sakîne Demîrê anî ziman ku bi mirinan dê tu tiştek çareser nebe.
‘KESEK NIKARE ZIMANÊ ME QEDEXE BIKE’
Ayşe Aybek ku ji Edeneyê hatibû konferansê jî destnîşan kir ku gelek nexweşiyên wê hene lê ji ber ku bi Tirkî nizane nikare biçe nexweşxaneyê û bal kişand ser girîngiya ziman. Ayşe Aybekê, Nûman Kurtulmuş ku di komîsyonê de axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê asteng kirî û duh li Amedê bi Kurdî axivî bi bîr xist û got: “Nexweşiyên min hene lê ji ber ku bi Tirkî nizanim, nikarim bersiva bijîşkan bidim. Lewma jî nayêm tedawîkirin. Kesek nikare zimanê me qedexe bike. Em edaletê dixwazin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tişta ketiye ser milê xwe kiriye. Kezeba me şewitî ye bila ya kesên din neşewite. Kesên di girtîgehê de bila bên berdan.”
‘EM JI BO AŞTIYÊ AMADE NE’
Ayşa Alagaş jî ji Edeneyê hatibû konferansê û got: “Ka azadiya girtiyên me, kanî azadiya şaredariyên me, zimanê me, azadiya gerîlayan û kanî azadiya Serokê me? Ev 8 meh in tu gavên şênber neavêtine. Nikarin bi gotinên xwe Kurdan bixapînin. Em ji bo aştiyê li ser pêya ne. Çi ji destê dayikan û Kurdan were em amade ne. Em ji bo aştiyê amade ne.”
Ji Dayikên Aştiyê yên Edeneyê Fatma Çig jî ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk banga mezinkirina têkoşînê kir û got: “Bila Kurd azad bibin, bila aştî bibe. Hûn çima aştiyê nayînin vî welatî? Bes e êdî ji mirin û girtinan re. Em aştiyê dixwazin. Kezeba me şewitî bila ya kesên din neşewite.”
‘EM SEROKÊ XWE DIXWAZIN’
Şemsiye Bagdû jî anî ziman ku baweriya wan bi dewletê nayê û got: “Heke dewlet gavan neavêje jî ez ne di wê baweriyê de me ku ewqas xwîna hatiye rijandin vala biçe. Zarokên me bêyî berjewendiyekê têkoşiyan. Ji bo îrade, xak û zimanê xwe canê xwe feda kirin. Baweriya min bi xwîna heye û dê aştî çêbibe. Tirkiye mecbûr e gavan biavêje. Em li gel Serokê xwe ne. Tevî van bedelên giran ên me dane jî em daxwaza aştî û edaletê dikin. Em Serokê xwe dixwazin. Bila êdî xwîna ciwanan nerije.”
Perîhan Artuk a ji Mêrdînê hatibû konferansê jî got: “Em serokê xwe, ziman, çand û Kurdbûna xwe dixwazin. Me welatê tu kesekî dagir nekiriye. Serokê me dibêje ‘aştî’, em jî dibêjin aştî.” Zennûd Yuce ya ji Agiriyê û Nûriye Tûran a ji Tetwan a Bedlîsê hatibû konferansê jî gotin ew piştgiriyê didin Abdullah Ocalan û banga aştiyê kirin.”