NAVENDA NÛÇEYAN - Donald Trump, di daxuyaniya têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de got: “20 dîlgirtî vegeriyan. Lêbelê karê me hêj xilas nebûye, qonaxa duyemîn niha dest pê dike.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal têkildarî agirbesta di navebera Îsraîl û Hamasê de daxuyanî da. Donald Trump, bibîr xist ku Hamasê 20 dîlgirtî serbest berdaye û got: “20 dîlgirtî vegeriyan û rewşa wan pir baş e. Pirsgirêkek mezin ji holê rabû, lêbelê hêj karê me xilas nebûye. Dîlên ku jiyana xwe ji dest dane, wekî ku soz hatibû dayîn, nehatin teslîmkirin.”
Hamasê di 13’yê Cotmehê de piştî berdana 20 dîlên Îsraîlê, ji 28 dîlên ku jiyana xwe ji dest dabûn jê 4 bi rêya Xaça Sorê teslîmî Îsraîlê kiribû. Hamasê daxauyand ku dê di 14’ê Cotmehê de cenazeyê 4 dîlên din teslîmî Îsraîlê bike.
Berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICR) Christian Cardon, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cenazeyên ku divê teslîmî Îsraîlê bên kirin di bin kavilên Xezeyê de me lewma teslîmkirina wan zehmet e û teslîmkirina wan demê dixwaze.