NAVENDA NÛÇEYAN - Sadiq Hesen ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Hesen ku ji Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo dersînorkirinê birin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Tekîrdagê.
Sadiq Hesen ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Sadiq Hesen ku ji Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di sala 1995’an de li Edeneyê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Edeneyê cezayê muebbedê lê birî.
Diviyabû Hesen di 9’ê Çileya 2025’an de bihata berdan lê belê ji ber biryara “nebaşhaliyê” ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji ewil tehliyeya wî bo 6 mehan û piştre jî bi heman hincetê ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Hesen, piştî 30 sal û 9 mehan îro hate tehliyekirin.
Hesen, ji hêla cendirmeyan ve li pêşiya girtîgehê hate girtin û ji bo dersînorkirinê birin Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Tekîrdagê. Tê payin ku piştî karûbarên li vê derê dê bişînin Navenda Paşveşandinê (GGM).
Sadiq Hesen, di nava 30 sal û 9 mehan de li girtîgehên Edene, Konya, Sîncan, Kirikkale û Tekîrdagê hate ragirtin.