Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû

  • rojane
  • 11:18 20 Îlon 2025
  • |

AMED -  Mûsa Anter, li Amedê li kuçeya lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê têkoşîna Çapemeniya Azad her bidome. 

 
Rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, di 33'yemîn salvegera qetilkirina de bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), li kuçeya 442'yemîn a Taxa Cumhîriyetê ya li Seyrantepeyê hat bibîranîn. Ligel malbata Anter, rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa û şehîdên Çepemeniya Azad hatin hilgirtin. 
 
Bîranîn li xaçerêya Seyrantepe ya li naçeya Bajarê Nû, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên Demokrasiyê dest pê kir. Kurdiya Daxuyaniyê rojnameger û endamê DFG'ê Fexredîn Kiliç û tirkiya wê jî hevseroka DFG'ê Kesîra Onenê xwend.
 
‘APÊ MÛSA SERHILDANEK BÛ'
 
Fexredîn Kiliç destnîşan kir ku Apê mûsa serhildan û hawarek bû û der barê têkoşîna Apê Mûsa de wiha got: “Ji ber vê yekê ew dişibiya kulîlkên ku di bin siya darên çinarê de şîn dibin. Heta ku ew bi xwe jî veguherî çinarekê û ev serhildan, ev ‘hawar’ domiya. Ji ber ku di nava serhildaneke bi sedsalan de cih digirt. Ew qêrîn, serhildan û xîreta têkoşînê ya Kurdan bû. Ew pênûsê rojnamegeriyê bû ku heqîqet dinivîsî. Kurdek bû, nivîskarek bû, rojnamegerek bû, rewşenbîrek bû, nuktebêjek bû, çinareke mezin bû."
 
Fexredîn Kiliç diyar kir ku ew hewl didin Apê Mûsa vebêjin û da zanîn ku ji bo vê yekê peyv kêm dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin têkoşîn, nirxên ku afirandine, rojnamegeriya wî, nivîskariya wî, cewhera wî, mirovahiya wî û bedewiya wî vebêjin. Lê em nas dikin, em dizanin vî çinara mezin. Hemû kesên li vir dizanin. Hinek şahidên têkoşîna wî ne, hinek bi wî re tawanbar bûn, hinekan meşa wî ya azadiyê dîtin, hinekan nivîsên wî xwendin, hinekan bihistîne ka çi kiriye; çi afirandiye, çi gotiye, dengê wî, kena wî, serhildana wî bihistîne.”
 
Di berfirehiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç bal kişand ser jiyana Apê Mûsa û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dema Apê Mûsa li şikefteke gundê Zivingê ji dayik bû, hêj komar nehatibû avakirin. Lê tevahiya jiyana wî bi şahidiya zordariya vê dewleta nû hate avakirin, derbas bû. Di 72 salan de ewqas tişt jiyan ku heta mirina xwe jî li vê pergala ku zulm, zordarî, hovîtî û qirkirina li Kurdan rewa dike, zêde kir.”
 
Fexredîn Kiliç bilêv kir ku Apê Mûsa hêza Çapemeniya Azad mezin kiriye û aniye van rojan û wiha pê de çû: “Kesên ku ev nirxe ava kirine jî şehîdên çapemeniyê ne. Ew li dijî hemû zext û zordariyan li ser piyan sekinîn. Li dijî binçavkirin, îşkence, gef û êrişan gavek jî bi paş ve neavêtin, serê xwe netewandin. Di wan kêliyên xwe yên dawiyê de jî bi wêrekî li rûyê celadên xwe nêrîn û bi gotina ‘Madem dawiya vê dozê mirine, bi xêr hatiye’ nîşanî me û dinya alemê dan ku çawa têkoşîn tê meşandin.”
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD BI SAYA ŞEHÎDAN SERBILIND E'
 
Fexredîn Kiliç bal kişand ser şehîdên Çapemeniya Azad û derbarê berdelên hatine dayîn de ev tişt anî ziman: “Ji Cengîz Altûn heta Hafiz Akdemîr, ji Gurbetellî Ersoz heta Nesrîn Tekeyê, ji Orhan Karaagar heta Nazim, Ferhat, Sayfettîn, Kemal, Ersîn, Çetîn, Yalçin û bi dehan şehîdên çapemeniyê yên ku nikarin navên wan bihejmêrin û heta peyhatiyên wan Ayfer, Nûjiyan, Xelîl, Denîz, Qedrî, Nagehan, Nazim, Cîhan, Ezîz û Egîd. Her yekê ji wan bi canê xwe ev bedel dan û her yekê ji wan nirxekî cuda ava kir û bûn rêber. Heke îro em qala Çapemeniyeke Azad a li ser piyan û serbilind bikin saya van şehîdan e. Vaye Apê Mûsa yê ku îro em wî li vir bi bîr tînin sembola şehîdên çapemeniyê ye. Dema dinivîsî wî her tim êş û xema Kurdan û zilma li wan dihate kirin vedigot. Dibe ku ji ber wî bi xwe jiya; bi awayekî kurt, zelal, têgihiştî û bi biryar vedigot. Di Qimilê de pirsgirêkên gel bi kurtasî anîbûn ziman. Dema digot ku ‘Çemê Firatê diherike Marmarayê’ bal dikişand ser rastiyekê. Car caran ev yek bi awayekî henekî vedigot û dikir ku baştir were fêmkirin. Heta dawiya jiyana xwe nivîsandin û vegotina xwe domand.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç qala pêvajoya Apê Mûsa hatiye qetilkirin kir û wiha got: “Apê Mûsa beriya 33 salan îro, li vî bajarî, li vê taxê, li vê kolanê qetil kirin. Ew ji me girtin. Wan tehamûlî gotinên wî nekiribûn; pênûs û gotinên wî ew tirsandibûn. Wan Apê Mûsa qetil kirin, li vê kolanê li bedena wî gule barandin. Û em îro Apê Mûsa û bi wî re hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”
 
Dicle Anter bal kişand ser girîngiya bîranîna Mûsa Anter ya bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin û ji hemû kesên tev li daxuyaniyê bûne re spas kir.
 
AYKOL: GELÊ ŞER DIKE MASEYA AŞTIYÊ DA AVAKIRIN
 
Rojnamevan Huseyîn Aykol xîtabî Mûsa Anter kir, da zanîn ku ew her sal rapora salane pêşkeşî Apê Mûsa dikin. Huseyîn Aykol bilêv kir ku ew îsal jî heman encaman pêşkeş dikin û wiha got: “Çepemeniya Azad îro rojname û kovaran çap dike, xwedî televîzyona ku xîtabî tevahiya cîhanê dike ye. Me hersal bîlançoya girtin û kuştinan digot lê belê vê carê bi mîzgîniyekê hatim. Dibe ku te ji wir bihîstibe. Me agahiyeke baş anî. Îro gelê ku bi salan e şer dide meşandin maseya aştiyê dan avakirin. Tevî astengiyan jî heke ev mase neyê tunekirin em ê xwe bigihînin azadiyê, em bihêvî ne. Me dixwest bêjin tu hevalên me nehatin girtin û kuştin. Lê mixabin. Îsal jî hevalên me yên hatine girtin û kuştin çêbûn. Bi awayeke hovane û bi tikandina dugmeyekê. Lê bila. Ez bawerim em tên dawiya rê. Em ê bigihijin azadiyê. Me heya niha ji ber şer nûçe çêdikir lê em ê êdî nûçeyên azadiyê çêbikin. Hûn dizanin gelek qeyran hene. Ji kuştina jinan heya qirkirinên ekolojiye gelek mijar hene. Tevî van zimanê medyaya hewizê jî heye. Werin em bi hev re atmosfera azadiyê ava bikin.”
 
Kesên tev li daxuyaniyê bûne wêneyê Apê Mûsa hilgirtin, ber bi cihê Mûsa Anter lê hatiye qetilkirin ve meşiyan, diruşmên “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” û “Bijî Çepemeniya Azad” berz kirin. Girse piştî qurnefîl danî li ber wêneyên şehîdên Çepemeniya Azad Apê Mûsa û rêhevalên wî, belav bû.
 
 

Sernavên din

15:13 Ji bo 3 girtiyên nexweş banga 'lezgîn': Wan berdin
14:52 Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
14:23 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
14:12 Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
13:55 Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
11:59 DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
10:21 SûrFest bi kargehan û konserê dest pê kir
10:10 Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da
10:02 Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn
09:48 Welatiyên ji ber bendavê ji cihê xwe bûn, av bi dest wan nakeve
09:19 'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'
09:09 Li Bazîdê amadekariyên zivistanê
09:06 Ji bo keça xwe ya bi hovîtî hat qetilkirin edaletê dixwaze
09:03 Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN
19/09/2025
16:39 KCDK-E: Nabe ku ‘Mafê hêviyê’ were taloqkirin
16:24 Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye
16:12 Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome
15:24 Der heqê nûçegihana me ya nûçeya çeteya fihûşê çêkiribû de lêpirsîn hat vekirin
14:53 Kartpostalên nameya Ocalan li ser bû ji jinên girtî re hatin şandin
14:07 Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin
13:43 Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran dibe
12:44 'Rêjeya mirinên zarokên karker ji sedî 10 zêde bû’
12:36 Fîlozofê Awûsturyayî Pfaller piştgirî da Ocalan
12:23 Dayikên Aştiyê pêşkonferans li dar xistin
12:06 Prof. Bromberger: 'Jin, jiyan azadî' serhildana li dijî pergala patriyarkal e
11:18 Li dijî tundiya sîstematîk têdikoşin
10:55 Li Şengalê goreke komî hate dîtin
10:43 DEM Partî: KE dibêje teqez ‘mafê hêviyê’ sererast bikin
10:28 DYA’yê cara 6’an pêşnûmaya agirbestê ya ji bo Xezeyê veto kir
10:20 Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin
09:17 'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be'
09:16 Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne
09:12 33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin
09:06 Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN
18/09/2025
17:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
16:30 Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
16:26 Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
16:20 Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
16:05 ‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
15:28 Civîna 11’an a komîsyonê: Lêgerîna aştiyê ya Kurdan tenê bêdengbûna çekan nîne
15:07 Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand
14:24 Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
14:03 Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
13:42 Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan
13:06 Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike
12:53 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin
12:49 KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir
11:58 Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş
11:51 Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir
11:06 Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
10:56 Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
10:48 Qeyûmê Wanê gavên provokator diavêje
10:24 Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e
09:53 Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin
09:07 Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê
09:06 ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
09:04 Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin
09:03 Piştî projeyên rantê hatin redkirin, dest bi reşkirina DEM Partiyê kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN
17/09/2025
20:41 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk mifteyeke girîng e
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê