NAVENDA NÛÇEYAN - 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê şahiya herî mezin a kurdan e, îsal bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” li bajarê Dortmund ê Almanyayê tê pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bajarên cuda yên Ewropayê û Almanyayê danê sibehê berê xwe dan qadê. Kurdistanî û dostên wan li qadê govend digirin û li benda destpêkirina festîvalê ne. “Meşa Azadî û Demokrasiyê” ku her sal wekî kevneşopî tê lidarxistin, îsal jî eleqeyeke mezin dît. Meşa ku 9’ê Îlonê li Kolnê dest pê kir û bi qasî 5 rojan li guzergahên cuda dewam kir, li qada festîvalê bi dawî bû.
Meşvanên Azadiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî”, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayan ketin qadê. Meşvan li qadê bi coş hatin pêşwazîkirin û bi hev re sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û girseyê silav kirin. Bi hatina meşvanên azadiyê re, her kes bi gerandina govendê û bi coşeke mezin li benda destpêkirina festîvalê ye