NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokwezîrê Qeterê Şeyh Muhammed bin Abdurrahman Âl-i Sani dê bi rojeva êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê û Xezeyê li New Yorkê bicivin. 
	Li gorî agahiyên di çapemeniya navneteweyî de hatine parvekirin; Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û Qasidê Qesra Spî Elçisi Steve Witkoff dê li New Yorkê bi Serokwezîrê Qeterê Şeyh Muhammed bin Abdurrahman Âl-i Sani re bicivin. 
	Hat zanîn ku di civînê de dê li ser êrişa Îsraîlê ya di 10’ê Îlonê de ya li dijî paytexta Qeterê Dohayê û rewşa Xezeyê bên nîqaşkirin. Hat ragihandin ku Âl-i Sani beriya civînê dê li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Cîgirê Serok JD Vance re hevdîtinê bike. 
	Qeter, di pêvajoya êrişên li dijî Xezeyê de di mijara agirbestê û dîlgirtiyan de xwedî cihekî girîng e. 




