STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Ahmet Guneş de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara beraetê hate dayin. 
	Danişîna 2’yemîn a doza rojnameger Ahmet Guneş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Guneş û parêzera wî di danişînê de amade bûn. Guneş, diyar kir ku ew rojnamegere û ev tişt anî ziman: “Ji ber pîşeya xwe hatim girtin û têm darizandin. Rojnamegerî sûc nîne, daxwaza beraeta xwe dikim.” 
	Parêzera Guneş, Meltem Ozel jî diyar kir ku miwekîlê wê rojnamegere û xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan. Meltem Ozelê daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir. 
	Dadgehê, ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê da. 




