Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin

img

ŞIRNEX - Ekolojîstên ku li dijî eko-qirkirinê meşiyan Bestayê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û gotin ku bi têkoşîna rêxistinî serkeftin pêka ne. 

 
Li Bestayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, piştî meşeke mezin a li dijî wêrankirina xwezayê ya li herêma Şirnexê bi dirûşmeya 'Em rê nadin wêrankirina ekolojîk, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin' nobeta şevê hate lidarxistin. Nûnerên tevgerên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê beşdarî meş û nobetê bûn û ên Amed, Mêrdîn û Rihayê li gel Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Polen Ekolojiyê diyar kirin ku divê tevgerên ekolojîk ji bo civakîbûna aştiyê û aştiya ekolojîk têkoşîneke hevpar bê meşandin.
 
HERÊMA KU 35 SAL IN QEDEXE YE
 
Aktîvîsta Polen Ekolojiyê Cemre Nayir ku ji Stenbolê beşdarî xwepêşandanê bû têkildarî çalakiyê wiha axivî: "Her tim dihat gotin ku li vir di bin navê lêgerîna petrolê de xweza tê talankirin, lê tiştên ku me dîtin cûdatir e. Bi berxwedana gel li dijî talana xwezayê em hatin herêmeke ku 35 sal in qedexe ye. Ev civak li ser erdên ku 35 sal in qedexe ye govendê digerîne. Ev tiştekî pir hêja ye. Dar tên birîn. Cûdî veguheriye qada madenê. Di lêgerînên petrolê de teknîka perçiqandinê tê bikaranîn. Ev rêbaz li Ewropayê qedexe ye ji ber ku çavkaniyên ava binê erdê jehrî dike. Lê li vir tê pêkanîn. Ev yek nîşan dide ku li herêmê pratîkên talanker û şerê taybet tên bicihanîn. Li vir pirsgirêka avê nebû lê ji ber polîtîkayên rantê niha pirsgirêka avê heye. Îsal li Şirnexê pîleya germahiyê derket 50 dereceyî û rekor şikand. Weke tevgereke ekolojîk a navendî ku di serî de li rojavayê Tirkiyeyê ye, em vê herêmê û berxwedana wê dizanin û nas dikin."
 
‘EM NEÇARÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR IN’
 
Cemre Nayir diyar kir ku divê hemû tevgerên ekolojîk têkoşîna hevpar bimeşînin û wiha got: "Axa ku em li ser radiwestin heman ax e, hewaya ku em nefesê digirin heman hewa ye û roja ku bi ser me de derdikeve heman roj e. Dema ku em ji bo tiştek ku li Kendava Meksîkayê diqewime şînê digirin, divê em jî ji bo hilweşîna li vir şînê bigirin û piştgiriyê bidin. Divê em nîşan bidin ku em ji Cerattepe heta Şirnexê li her derê di nava hevgirtinê de ne. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Wêraniya ku li Bestayê pêk tê divê bandorê li her kesê li Stenbolê dijî. Qeyrana avê ya li Stenbolê ji jêbirina daristanên li Bestayê ne dûr e; ew hemî bi hev ve girêdayî ne. Heman sermaye vê hilweşînê pêk tîne. Patron li Stenbolê ne, lê li her derê wêran dikin. Gerstêrkek heye û ew aîdî me hemûyan e. Divê em di nava hevgirtinê de bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Dijminê me zelal e û divê em bi hev re li dijî wê tevbigerin. Divê em aştiyê civakî bikin. Bi vî awayî em dikarin aştiya ekolojîk jî pêk bînin."
 
‘BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ SERKEFTIN PÊKAN E’
 
Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Gokhan Saran da zanîn ku bi salan e li Şirnexê bi zanebûn dar tên birîn, polîtîkaya bêmirov hiştinê di meriyetê de ye û wiha axivî: “Ev pêkanîn ne tenê li Şirnexê her wiha li navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê jî eko-qirkirin di meriyetê de ne. Pêwîst e li hemberî van polîtîkayan têkoşîneke rêxistînî bê meşandin. Wek Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji bo têkoşîna hevpar em hatin Bestayê. Em bang li hemû rêxistinên ekolojîk dikin ku bila berê xwe bidin Bestayê. Bi têkoşîna rêxistinê serkeftin pêkan e. Di meha mijdarê de em ê li hemû deverên ku eko-qirkirin heye çandiniya daran bikin.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI XWEZAYÊ RE DERBAS DIBE’
 
Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Felemez Onen bal kişand ser zêdebûna hilweşîna ekolojîk û wiha axivî: "Di 10 salên dawî de li Kurdistanê hilweşandina ekolojîk zêde bûye. Li Şirnexê xweza di bin navê maden, lêgerîna petrolê û avakirina qereqolên leşkerî de tê talankirin. Jiyan tê tunekirin. Dema bendavek tê çêkirin, jiyanek ji holê radibe. Em li vir kom bûn da ku li Şirnexê hilweşîna ekolojîk vebêjin. Divê hemû komeleyên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê bala xwe bidin Şirnexê. Rêya aştiyê di xwezayê re derbas dibe. Bêyî azadiya xwezayê ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bike."
 
‘EKOLOJÎ TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’
 
Berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Odûk diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê hilweşîna ekolojîk bi awayekî berbiçav zêde bûye û wiha got: "Sedema ku em li Şirnexê ne, ew e ku bajar weke qada madenê ya vekirî hatiye îlankirin. Gelek wêraniyên ekolojîk hene, ji kanên komirê bigire heta lêgerîna petrolê û qereqolên leşkerî. Em ber bi Besta ve meşiyan û ji bo balê bikişînin ser vê nobetê li dar dixin. Em ber bi Besta'yê ve meşiyan, lê hilweşîna ekolojîk tenê li Bestayê pêk nayê. Em li dijî talankirina xwezayê ya ku li her derê pêk tê meşiyan. Eger em îro behsa aştiyeke bi rûmet bikin, em nikarin ji ekolojiyê cûdatir bifikirin. Ekolojî garantiya aştiyê ye. Eger em dixwazin li ser aştiyê biaxivin, divê di zûtirîn dem de hilweşîna ekolojîk bi dawî bibe."
 
 
MA / Emrullah Acar - Zeynep Durgut
 
 
 
 

Sernavên din

14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve