ŞIRNEX - Ajakorê tankerê Ramazan Ortaç li Çiyayê Gabarê mirî hate dîtin. 
	Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê kesek mirî hate dîtin. Têkildarî bûyerê lêkolîn hate kirin û hat zanîn ku cenazeyê hatiye dîtin ê ajokarê tankerê yê 60 salî Ramazan Ortaç e. Sedema mirina Ortaç nehat zanîn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. 




