NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, HDK û DEM Partî kesên ku di Komkujiya 6-7'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û banga "hevrûbûn ferz e" kirin.
Heftê sal di ser komkujî û talankirina 6-7'ê Îlonê re der bas bû ku li dijî rûm û ermenên li Stenbolê hat kirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera komkujiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyanî dan.
DBP'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Pogroma 6-7'ê Îlonê lekeyek reş e di dîrokê de. 70 sal di ser pogroma sîstematîk re ku di 6-7'ê Îlona 1955'an de li dijî rûm, ermen û welatiyên xiristiyan û cihû pêk hat derbas bûn. Lînçkirin û talankirina civakî, wekî dîmeneke şermê di bîra welêt de cihê xwe girtiye."
DBP'ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji divêtiyên demokrasî, edalet û welatîbûna wekhev yek jê jî hevrûbûna bi van komkujiyan re ye û got: "Em welatiyên xwe yên di pogromê de hatine qetilkirin bi rêzgirî bibîr tînin û feraseta tarî ya ku ev dîmena şermê pêk anîne careke din şermezar dikin. Ji bo gel û bawerî li vê erdnîgariyê bi awayekî wekhev û azad bijîn em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."
DAXUYANIYA DEM PARTIYÊ
DEM Partiyê jî kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "70 sal di ser pogroma 6-7'ê Îlonê re derbas bûn ku welatiyên me yên ciristiyan û cihû, bi taybetî rûm û ermen yên li Stenbol, Îzmîr û gelek bajarên din dijiyan hedef girt. Em ji bîr nakin, em welatiyên xwe yên ku di vê pogromê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ji bo pêkanîna aştiya civakî, hevrûbûneke rasteqîne bi komkujiyên li vê herêmê re pir girîng e. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo civakeke demokratîk bidomînin da ku hemû bawerî û nasname karibin bi azadî û wekhev bijîn."
DAXUYANIYA HDK'Ê
HDK'ê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Pogroma li dijî kêmneteweyên li Stenbolê di 6-7'ê Îlona 1955'an de, yek ji şermên herî mezin e ku ji hêla dewletê ve li ser vê axê hatiye rêxistinkirin. Wekî Kongreya Demokratîk a Gelan, em careke din destnîşan dikin ku me ev roja tarî ji bîr nekiriye û em têkoşîna gel ya ji bo jiyaneke wekhev, azad û biratî didomînin."