NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 24 saetan de li Xezeyê 2 jê zarok bi giştî 11 kesan ji ber xelaya Îsraîl ferz dike, ji birçînan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber êriş û dorpêça Îsraîlê, li Xezeyê xela heye. Di nava 24 saetên dawî de 2 jê zarok bi giştî 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Munir el-Burş bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 2 jê zarok bi giştî 11 kesan ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Burş, da zanîn ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li Şirîda Xezeyê 117 jê zarok bi giştî 300 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.