NAVENDA NÛÇEYAN - DYA’yê biryar da ku hêzên xwe yên li baregehên leşkeryî yên li Iraqê paşve bikişîne.
DYA’yê biryar da ku hêzên xwe yên li baregehên leşkerî yên li Iraqê paşve bikişîne. Yekîneyên Amerîkayê li Hewlêr û welatên derdorê tên veguhestin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyan dispêre medyaya Iraqê, DYA tevahiya hêzên xwe yên li baregehên leşkerî yên Eyn Esed û Viktoryayê vediguhêze Hewlêr û welatên ereb ên cîranên Iraqê. Hate gotin ku rayedarên Amerîkayê ji Hikûmeta Iraqê re gotine ku ew ê hêzên xwe bi awayek lez û bez ji nav xaka Iraqê derbixin.
Balkêş e ku di demeke rayedarên Amerîka û Îsraîlê gefan li komên çekdar ên Heşdî Şebî dixwin de biryareke wiha hate dayin. Tê gotin wê di rojên pêş de şandeyeke leşkerî û siyasî ya Amerîkayê biçe serdana Iraq û Herêma Kurdistanê. Li gorî medyaya Iraqê, wê şande bi rayedarên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê re behsa vekişîn û qanûna Heşdî Şebî bikin.
Rayedarên Iraqê beriya niha jî gotibûn ku Amerîka dê di meha Îlonê de hêzên xwe ji Iraqê derbixe û li Hewlêr, Urdun û Quweytê bi cih bike. Li gorî lihevkirina Iraq û Amerîkayê diviyabû Amerîka di meha Îlonê de derketa lê Amerîkayê biryar da ku bi lez xwe vekişîne.