Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin

  • rojane
  • 10:01 21 Tebax 2025
  • |
img
WAN - Li Wanê di nava 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê hatin kirin. Berdevka komeleyê Burcu Şeber diyar kir ku xwegihandina edaletê ya jinan tê astengkirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) di sala 2021’ê de li Wanê hate avakirin. Komele, xebatên xwe yên belgekirina binpêkirinên mafan û bi rêya medyayê parvekirina bi raya giştî re didomîne. Komeleya ku ji ewil ji bo piştevaniya hiqûqî ya têkildarî mirin û windakirinên bi darê zorê hatibû avakirin, piştre berê xwe da mafên jinan. Komeleya ku di Mijdara 2024’an de bi awayekî çalak dest bi piştevaniya hiqûqî ya jinan kir, heta niha xwe gihandiye gelek jinan. Di navbera Mijdara 2024’an û Tîrmeha 2025’an de 43 jinan serî li komeleyê da. Ji serlêdanên hatine kirin 22 jê ji ber êrişên fîzîkî, 6 ên dijîtal, 16 jê yên psîkolojîk, 2 jê yên aborî û 4 jî yên tundiya zayendî bûn. Komeleyê ji van serlêdanan bo 29’an alîkariya hiqûqî da û serlêdan arasteyî saziyên peywirdar kir. 
 
Berdevka Komeleyê parêzer Burcu Şeber û endama komeleyê parêzer Fatma ulgen têkildarî xebatên xwe axivîn. 
 
‘ME BERÊ XWE DA XEBATÊN JINAN’
 
Burcu Şeberê got ku armanca esasî ya komeleyê ew bû ku di sala 2021’ê de têkildarî mirinên li ser sînor û windakirinên bi darê hem ji hêla hiqûqî ve hem jî ji bo xurtkirina hêza raya giştî hatiye avakirin û got: “Piştre ji bo berfirehtirkirina xebatan me departmana mafên jinan ava kir. Tevî akademîsyen û kesên di qada mafên jinan de xwedî tecrube me daxil kir û me bi hev re dest bi xebata avakirina xeta tundiyê kir. Lêbelê tenê nayê wateya ‘me xeta tundiyê ava kir û xelas bû.’ Mê lêkolîn kir bê ka ev çawa dikare bê domandin. Ji ber ku mixabin hejmara zarok û jinên rastî tundiyê tên her roj zêdetir dibe. Me di navbera xwe de pirsa ‘gelo em dikarin vê çiqasî baş bikin’ kir û me dest bi çavdêriyan kir. Ji ewil me lê nihêrt bê ka jin an jî zarokek keç dema rastî tundiyê tê ji ewil serî li ku dide. Ji daneyan me fêm kir ku jin nikarin xwe bigihînin edliyeyan, cih nadin îfadeyên wan ên li cem hêzên ewlekariyê û xwegihandina edaletê tê astengkirin. Lewma jî ji ewil diçin Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM). Me ferq kir ku li wir baş nayên arastekirin û di raporan de carnan xelatî derdikevin. Lewa ji bo ASM’yan me biryar da ku bi hev re xebatên zanekirinê bimeşînin. Li gorî min ev xebat gelek girîng e.” 
 
‘ME BERNAMEYÊN PERWERDEYÊ LI DAR XISTIN’ 
 
Burcu Şeberê got ku ew çûne gelek ASM’an û di daneyan de xuya dike ku gelek serlêdan hatine kirin. Burcu Şeberê wiha domand: “Ji ber ku ji ewil xwe digihandin binkeyên tenduristiyê û ASM’an, me bernameyên perwerdeyê xistin meriyetê. Piraniya van perwerdeyan ji bo raporkirinê bûn. Heke rapora jin û zarokên rastî tundiyê hatin baş bên amadekirin, çîroka wan rast were vegotin wê demê di mijara xwegihandina edaletê de karê wan hêsantir dibe. Ev xebatên me hêj berdewam in. Piştî van perwerdeyan encamên erênî hatin bidestxistin. Niha ji ASM’an gelek bûyer tên. Ev jî encamekî erênî ya perwerdeyan bû.” 
 
‘QEYÛM NAHÊLE JIN XWE BIGIHÎNIN EDALETÊ’ 
 
Bi domdarî Burcu Şeberê bi bîr xist ku qeyûm protokolên piştgiriya hiqûqî didan jinan betal kiriye û ev tişt anî ziman: “Heke dewlet ji bo xwegihandina edaletê ya jin û zarokan hewl bide, wê demê qeyûm bi kîjan hincetan van protokolan betal dike? Bi vê yekê re mixabin xwegihandina edaletê bi temamî hate sînorkirin.”
 
‘DEWLET JINAN NAPARÊZE’
  
Parêzer Fatma Ulgen jî destnîşan kir ku ji bo nepeniyê, serlêdanên tên kirin li pergala arşîva dijîtal qeyd dikin û got: “Bi van daneyan re em hafizeyekê ava dikin. Em ê di demekî nêz de di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin li dijî tundiya ser jin û zarokên keç têbikoşin. Em diçin serdana ASM’an û keyayan û tevî gelek saziyan xebatên perwerdeyê yên hevpar dikin. Ji ber ku em vê baş dizanin ku dewleta ku karê wê yê esasî parastina jina ye, polîtîkayên jinan tune dihesibîne pêş dixe. Em jî polîtîkayên li dijî vê pêş dixin û piştgiriya hiqûqî didin.” 
 
FIHÛŞ Û TIRYAK
 
Fatma Ulgenê daxuyand ku li Wanê gelek mirinên biguman ên jinan çêdibin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev mirin weke întîhar tên binavkirin. Lê di xebatên xwe de em dibînin ku ev ne întîhar lê mirinên biguman in. Ji ber ku em dizanin ku li pişt mirinan gelek sedem hene. Di xebatan de em dibînin ku jin û zarokên keç neçarî fihûş û tiryakê tên kirin. Ji ber ku jinên rastî tundiya dijîtal tên nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên hiqûqî, nizanin dê xwe çawa biparêzin. Nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên hiqûq û edaletê. Dixwaze hevjînê xwe berde lê pergala alîkariya edlî naxebite. Dema civak û rewşên din jî li ser zêde dibin, ev yek jinê ber bi mirinê ve dibe.” 
 

Sernavên din

12:04 Narîn Guran hat bibîranîn: Em ê dev ji şopandina dozê bernedin
12:02 Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt