AMED - Girtiyê bi navê Cîhan Gokhan ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, diyar kir ku ji ber ferzkirina tedawiya bi kelemçe qebûl nakin, tedawiya wan tê astengkirin û got: “Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin."
Girtiyê bi navê Cîhan Gokalp ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin û tevî girtiyên bi navê Hîkmet Ataman, Huseyîn Atak, Metîn Yilmaz, Ramazan Kaya bi îdiaya têlên paca qawîşê birîne tên darizandin, ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê re name şand û qala binpêkirinên li girtîgehê kir.
Gokalp, di nameya xwe de got: "Îdare ya ku dizane em ji ber nasnameya xwe tedawiya bi kelemçe qebûl nakin, me sewqî nexweşxaneyê nake. Em baş dizanin ku wateya helwesta xebatkar û bijîşkê ku ji ber nasnameya me ya siyasî PKK’ê sewqa me nakin jî çi ye."
‘JI BER FERZKIRINA TEDAWIYA BI KELEMÇEYÊ EM NIKARIN TEDAWÎ BIBIN’
Gokalp, di nameya xwe de bal kişand ser pirsgirêka di 24’ê Tîrmehê di dema sewqkirina nexweşxaneyê de jiyayîn û wiha got: "Ez û hevalên xwe Ramazan Kaya, Sînan Bîtîk, Ziya Ataman û Adnan Etlî di 24’ê Tîrmehê de sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê bûn. Bijîşkê çav, li me ferz kir ku di dema tedawiyê de destên me bên kelemçekirin. Me jî qebûl nekir. Ev salek e ez li benda sewqa beşa çav û cerahiya giştî me. Ramazan Kaya 7-8, Sînan Bîtîk 3 û Ziya Ataman jî 4 meh in li benda sewqa beşa çav in. Ji ber kelemçeya di dema tedawiyê de tê ferzkirin, tedawiya me nehate kirin."
‘EM BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN’
Gokalp, di nameya xwe de diyar kir ku bi mehan girtî li benda sewqên nexweşxaneyê dimînin û wiha bi dawî kir: "Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin. Em li benda hewldan û hestiyariya we ne. Em dixwazin van mijarên ku me ji we re ravekirî hûn ragihînin saziyên fermî. Nexwe di van hucreyên binêm de em ê bi nexweşiyên girantir bikevin."