ENQERE - Fetî Yildiz ê MHP’î diyar kir ku qanûna înfazê ji bo her kesî wekhev nayê cîbicîkirin û got: “Heke em vê bi temamî sererast nekin dê nekarin ji nav derkevin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz, di “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” de axivî. Yildiz, qanûna înfazê bi bîr xist û got: “Qeydên înfazê hene, li dijî her kesî wekhev tên cîbicîkirin. Divê li gorî ol, mezheb, reng, eslê civakî, fikr-raman, hêza aborî, pozîsyona civakî ferq û cudahiyê neke. Di qanûna me de tam jî wiha tê gotin. Divê di cîbicîkirina wê de cihêkarî neyê kirin. Ne di wê baweriyê de me ku bi vêya tê kirin. Hevalên me yên parêzertiyê dikin vê gelek caran dibînin.”
BAL KIŞAND SER ŞERT Û MERCAN
Yildiz, bal kişand ser şert û mercên li girtîgehan û got: “Di hinek şertan de li qawîşa ji bo 10 kesan de 30 kes dimînin. Bêguman dema ceza û tevdîrên ewlehiyê tên cîbicîkirin de nabe ku nêzikatiyeke dermirovî li dijî kesan were kirin. Lê heke li girtîgehên kapasîteya wan ji bo 270 hezar kesan heke 420 hezar girtî û hikûmxwar bên ragirtin, wê demê mirov dibîne ku tu heysiyeta mirovî esas nehatiye girtin. Em mecbûr in van bibêjin.”
‘DIVÊ EM BI TEMAMÎ JI NÛ VE ÇÊBIKIN’
Yildiz, got ku hejmara girtî û hikûmxwaran 420 hezar kes derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Di van rojan de mijara girtinê veguheriye tiştekî wisa ku li gelek hincetan nagerin. Ji bo başiya pêvajoya darizandinê, ji bo derxistina rastiya madî, divê azadiya gumanbar û bersûcan bi awayekî demkî were bisînorkirin. Lê li gorî vê tevnagerin. Hêj gelek karên em bikin hene. Yek ji van jî hiqûqa înfazê ye. Hiqûqa înfazê, li cihê darizandina cezayê bi dawî dibe dest pê dike. Hiqûqa me ya înfazê veguheriyeke tiştekî ecêb. Heke em vê bi temamî çênekin, dê nekarin ji nav vî karî derkevin.”