ENQERE - Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Navendî, di sala 2024’an de li girtîgehan herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Navendî, rapora xwe ya “Şopandina Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Tirkiyeyê ya Sala 2024’an” aşkera kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Endamên komîsyonê tev li daxuyaniyê bûn û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor xwend.
MAFÊ TENDURISTIYÊ Û GIRTIYÊN NEXWEŞ
Nûray Çevîrmen, da zanîn ku di sala 2024’an de herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatine kirin. Nûray Çevîrmenê, diyar kir ku girtiyên nexweş tevî rewşa xwe ya giran jî nayên berdan, ATK raporan li gorî helwesta siyasî dide, ATK raporên nexweşxaneyan qebûl nake û dema rapor tên dayin jî girtiyên nexweş bi hinceta “ewlehiyê” nayên berdan. Nûray Çevîrmenê, got ku ji 28’ê Nîsana 2025’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi qasî ku tespît kirine; 161 jê jin û hezar û 521 jê zilam herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335’an jê giran e. Nûray Çevîrmenê got ku ji van 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê pêdiviya wan bi alîkariyê heye, 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe divê her tim bên kontrolkirin, 515 girtî tevî nexweşiyên xwe gotine jî hûrgiliyên ji bo nirxandinên tune ne û 2 girtiyan jî hûn nebûne nexweşiyên wan çi ne lewma bi giştî nezanîne ka rewşa 517 girtiyan giran e yan na. Nûray Çevîrmenê, da zanîn ku li gorî daneyên wan, di sala 2024’an de di bin sernavê mafê tenduristiyê de 5 hezar û 526 binpêkirinên mafan hatine kirin.
MAFÊ HÊVIYÊ
Nûray Çevîrmenê daneyên Wezareta Dadê bi bîr xist ku di 5’ê Kanûna 2024’an de digot di 11 mehên ewil ên 2024’an de 709 û di 30’ê Gulana 2025’an de jî digot 818 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Nûray Çevîrmenê got ku bi qasî wan tespît kirine, 55 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û TECRÎD
Bi domdarî Nûray Çevîrmen got ku 157 girtiyan ji ber çalakiya greva birçîbûnê yan jî rojiya mirinê serî li komeleya wan dane, di 27’ê Mijdara 2023’yan de li 91 girtîgehan bi giştî hezar û 997 girtiyan ji bo bidawîkirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, îşkence û miameleya xerab, sirgun, cezayên keyfî yên disiplînê, pirsgirêkên tenduristiyê, biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û hwd. greva birçîbûnê ya demkî û dorveger li dar xistine. Nûray Çevîrmenê got ku çalakî di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî bûye û girtiyan çalakiya derneketina hevdîtinên telefonê, dadgeh û hevdîtinên bi malbatan re jî di 3’yê Tîrmeha 2024’an de bi dawî kirine.
SEPANÊN ÎŞKENCE Û BIÇÛKXISTINÊ
Nûray Çevîrmen, da zanîn ku sepanên îşkence, miameleya xerab û biçûkxistinê zêde bûne û 4 hezar û 745 binpêkirinên di bin van sernavan de hatine kirin.
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ PÊWENDÎ Û ÇALAKIYÊN CIVAKÎ
Di berdewamê de Nûray Çevîrmen got ku di mijara çalakiyên civakî de 4 hezar û 28, di mijara mafê pêwendîdanînê de 4 hezar û 474, di mafê agahîgirtinê de 3 hezar û 261 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha Nûray Çevîrmenê got ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê jî nadin girtiyan, ji bilî kanalên rêveberiya girtîgehê destnîşan kirin destûra temaşekirina kanalên din nayê dayin û li hinek girtîgehan radyoyên girtiyan hatine komkirin.
GIRTIYÊN JIN Û ZAROK
Nûray Çevîrmenê da zanîn ku ji 2’yê Kanûna 2024’an ve li girtîgehan 12 hezar û 993 jê hikûmxwar û 3 hezar û 426 jê girtî bi giştî 16 hezar û 419 girtiyên jin hene; ji 2’yê Îlona 2024’an ve jî 759 zarokên temenê wan sifir-6’ê de tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin. Nûray Çevîrmen, got ku zarokên tevî dayikên xwe dimînin mafên wan ên pêşketina bitendurist û tenduristiyê tên binpêkirin, li 16 girtîgehan 81 jin rastî îşkence û mimaleya xerab hatine. Her wiha got ku 26 jê ji Girtîgeha Rufasa ya Bexda ya Iraqê bi giştî 107 jinan têkildarî binpêkirinan serî li komeleya wan dane.
GIRTIYÊN DEZAVANTAJÎ
Nûray Çevîrmenê got ku ji zarokên temenê wan di navbera 12-18’ê de 2 serlêdan, ji girtiyên ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne 68 serlêdan ji bo wan hatine kirin. Nûray Çevîrmenê got ku têkildarî girtiyên LGBTÎ+’yan de tu dane ber destê wan nînin, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di vê mijarê de tu agahiyan parve nake, di encama lêkolînên parêzerên wan de derketiye holê ku girtiyên LGBTÎ+ rastî gelek cihêkariyan, helwestên transfobîk û homofobîk tên. Nûray Çevîrmen, diyar kir ku midûriyeta giştî der heqê girtiyên astengdar de jî daneyan parvfe nake lê di encama serlêdanên bo saziya wan de hîn bûne ku rastî îşkence û miameleya nebaş tên û mafên wan tên binpêkirin.