NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs di 102'yemîn salvegera Peymana Lozanê de banga yekîtiya neteweyî li hemû partî, sazî û kesayetên kurd kir û got: "Werin em hemû di konferanseke neteweyî de bibin yek û stratejiyeke hevbeş ava bikin."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di meşa protestoyî û mîtinga bi munasebeta 102’yemîn salvegera Peymana Lozanê ya bi pêşengiya 17 tevgerên Kurdistanî li bajarê Lozanê ya Swîsreyê hat lidarxistin de danezan ragihand. Danezan ji aliyê Hevserok Ahmet Karamûs ve hat xwendin.
KNK’ê bal kişand ser geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û banga yekîtîya neteweyî li partî, rêxistin, sazî, kesayet û hemû Kurdistaniyan kir. Di danezanê de hat diyarkirin ku parçebûna ji ber Peymana Lozanê hîn jî didome û bi bîr xist ku ev statûko li pêşiya aştî û çareseriya herêmê asteng e. KNK’ê li ser geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşan kir ku gelê Kurd hîn jî berdêlên giran dide û û got. “Heta ku ev statûko neguhere wê dayina berdêlan bidomin.”
Danezana KNK’ê bi vî rengî ye:
“Niha em li Lozanê ne. Di 102’emîn salgera Peymana Lozanê de em dibînin rewşek nû li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn heye. Ev nêzîkî du salan e şerek berfireh li herêmê çêdibe. Kurdistan jî di nava vî şerî de dimîne. Statûkoya ku bi Peymana Sykes - Pîcot û bi Peymana Lozanê li herma Rojhilata Navîn hatî avakirin, têkçûye û têkdiçe. Nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe. Ev statûkoya sed sal berê hatî avakirin, ji pirs û pirsgirêkên gelên herêmê re nebû çareserî. Bileks ev statûko bixwe bû sedemên pirs û pirsgirêkan. Ev sed sal in ji ber vê statûkoyê, li herêma Rojhilata Navîn nakokî, şer û pevçûn hene û xwîn diherike. Xwîna herî zêde jî, li Kurdistanê herikiye û bedelê mezin jî me Kurd û Kurdistaniyan daye û heta ev statûko neyê guhertin wê heman bedel bêne dayîn.
ÇARESERIYA LI BAKUR ÇARESERIYA HEMÛ KURDISTANÊ YE
Li Bakurê Kurdistanê ev neh meh in pêvajoyek ya çareseriyê, bi dewleta Tirk re tê meşandin. Heta niha ev pêvajo pir bi hêdî hêdî meșiya û gavên mezin ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin. Aliyê Kurd di vê meseleyê de samîmiye û dixwaze vê pirsgirêkê bi rêya aștî û demokrasiyê çareser bike. Niha ev pêvajo ber bi merheleyek nû ve diçe. Ji bo pêşxistina pêvajoyê li parlamentoya Turkiyeyê komîsyonek tê avakirin. Rayedarên dewleta Tirk dibêjin em ê vê mesleyê bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê heta niha projeya wan diyar nebûye. Ev pêvajoyek gelek girîng û hesas e û hemû Kurdan eleqedar dike. Bi dilxweşî em dibînin hemû hêzên sereke yên Kurdistanê vê pêvajoyê destek dikin. Çareseriya li Bakur di heman demê de çareseriya hemû Kurdistanê ye. Ji bo ev pêvajo bi çareseriyek adilane encam bide, divê em hemû Kurdistanî ji hemû deman zêdetir di nava danûstandin û diyalogê de bin.
DIVÊ STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ PARASTIN
Li Başûrê Kurdistanê ev 34 sal in statûyek heye û ev statû ji sala 2004’an vir ve fermî ye, destûrî ye û statûyek federalî ye. Divê ev statû ji aliyê hemû Kurdistaniyan ve bê parastin. Ligel vê rewșê jî di serî de deverên Maddeya 140’an, gelek pirs û pirgirêk hene û heta niha nehatine çareserkirin. Hikumeta Bexdayê, gelek caran bi sedem û hincetên biçûk, ji Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan derdixe. Meseleyên aborî û parvekirina butçeyê herdem dibin pirs û pirsgirêk. Ev nêzîkî meheke ji deverên aliyê hikumeta Bexdayê ve li ser Herêmê êrîşên dronan çêdibin. Hikumeta Bexdayê heta niha di vî warî de, helwestek weke tê xwestin negirtiye. Li aliyê din hêzên Kurdî jî di navxwe de gelek nakok in. Zêdetirî neh meh in hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çêbûne, lê heta niha hikumet pêknehatiye û serokê herêmê nehatiye hilbijartin. Ev rewş bi giştî li ser destketiyên herêmê metirsiyan çêdike. Divê em di nava xwe de yek bin da ku em bikarin van pirsgirêkan rojekî zûtir çareser bikin.
LI SÛRIYEYÊ GEF Û ALOZÎ DIDOME
Niha li Sûriyeyê rewşek nû heye. 7 meh beriya niha rejîma Baesê têkçû û Şam kete destê hêzên Îslamî. Bi desthilata Şamê re şer rawestandinek heye û bi rêya diyalogê lêgerînên çareseriyê hene. 10’ê Adara 2025’an de peymanek bi desthilata Şamê re hate îmzekirin. Ji bo çareseriyê niha hevdîtin hene. Lê rewșa Sûriyeyê bi giştî aloz e û ne diyar e wê paşeroja Sûriyeyê çi be û wê çi bibe. Desthilata nû ya Şamê pêșî êrîşî Elewiyan kir û li devera Lazkiyê komkujî pêkanîn. Niha jî êrîşî Durziyan dikin. Jixwe bawermendên Mesîhî ji roja pêşî ve dibin zextekî mezin de ne. Ev desthilat li şûna çareseriyê bi xwe re bîne, ji roja pêșî ve bûye bingeha pirs û pirsgirêkan. Desthilata Șamê eger imkan û derfetan bi dest bixe, heman muameleyê wê li gelê Kurd û deverên Rêveberiya Xweser jî bike. Ev rewşeke xeternake û divê em hemû Kurdistanî li ser vê rewșê hişyar bin. Divê di serî de em hewl bidin pirs û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê divê em parastina xwe xurt bikin da ku kes nikaribe êrîşî destketiyên me bikin. Parastina Rêveberiya Xweser parastina Kurdistanê ye. Mesele tenê bi Kurdan re ne sînordar e, divê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin û di nava vê Sûriyeya demokratîk de mafê Asûrî-Suryanî- Kildanî, Elewî, Durzî, Mesîhî, Êzidî û hemû pêkhateyan bê misogerkirin.
ZILMA LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DIDOME
Rojhilatê Kurdistanê bi nufûs û erdnîgariya xwe parçeyê duyemîn mezin ê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê, gelê me ji hemû mafên xwe yên çandî, etnîkî û xwerêvebirinê bêpar in, zext û êrîșên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewam in. Îran bi xwe, ev demeke di nava şerê Rojhilata Navîn de ye. Îran bi giştî ber bi guhertînekî ve diçe. Ev rewş bandorekî mezin li ser Rojhilata Kurdistanê jî dike. Rojhilat ji bo me Kurdan bûye rojeveke sereke. Di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê û hemû Kurd, divê vê rewşê baş bişopînin û ji hemû pêşketinan re amade bin. Di serî de KNK, hinek hêz û kesayetên Rojhilatî, ev demek dirêje hewl didin hemû partî, rêxistin û hêzên Rojhilat bînin ba hev û di bin sîwanekê de kom bikin. Divê ev hewldan di vê demê de bê xurtkirin û di encamê de platformekî hevbeş a Rojhilatê Kurdistanê bê avakirin.
Ev rewşa hesas û hestyar, wezîfeya me jî diyar dike. Divê em hemû Kurd û Kurdistanî zûtirîn demê de kom bibin û gorî vê rewşê helwest bigrin. Du sal pêş niha bi munasebeta 100’emîn salvegera Peymana Lozanê, nûnerên hemû Kurdistanê li vî bajarî kombûn û biryara komkirina Konferasekî Neteweyî dan. Niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekîtî û yekdengiya di nav mala Kurd û Kurdistaniyan de heye.
DIVÊ STRATEJIYEKE HEVBEŞ BÊ AVAKIRIN
Ji bo vê yekê, di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê, em careke din bang li hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin, werin em bi hev re di Konferanseke Neteweyî de kom bibin û stratejiyek hevbeş pêkbînin. Em weke KNK’ê amade ne ku malovaniya vê konferansê bikin û em ê hewladanên xwe yên di vî warî de zêdetir bikin.
BANGA JI BO NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û SAZIYÊN NAVTEWEYÎ
Bi vê munasebetê li bajarê Lozanê, careke din em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hemû sazî û dezgehên navnetweyî û hêzên Cihanî dikin ku dengê Kurd û Kurdistaniyan bibihîsin û neheqiya sed sal berê li vî bajarî li gelên Kurdistanê hatî kirin sererast bikin û piștgiriya mafên rewa yên gelên Kurdistanê bikin. Her wiha em bang raya giştî ya demokratîk û aştîxwaz a Cihanî û dostên gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoya hesas de weke xwedî li berxwedana Kobanê derkevin, werin em hev re bimeşîn û aştî azadiyê pêkbînin.