Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin

  • rojane
  • 10:38 19 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên "33 Rêwiyên Xeyalan" ên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û yên ku di komkujiyê de birîndar bûn, 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Malbatan bilêv kir ku ew ê bê şik û guman xeyalên zarokên xwe pêk bînin û ji bo sûcdar werin cezakirin bitêkoşin.

Ciwanên ku ji bo ji zarokên li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêlîstokan bibin û beşdarî avakirina bajêr bibin, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), xwestin di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê daxuyaniyekê bidin. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku li dijî daxuyaniyê hatibû kirin, 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku xewnên wan nîvçe man, ciwanên ku hatin qetilkirin wekî "33 Rêwiyên Xeyalan" hatin binavkirin. Çendî hêzên li pişt komkujiyê di 10 salên borî de nehatibin eşekerekirin jî, lê gelek lêpirsîn û doz li malbatên ku ji bo edaletê têdikoşin hatin vekirin.
 
Malbatên Veysel Ozdemîr ê 22 salî û Çagdaş Aydin ê 27 salî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin.
 
'DÊ EV DOZ NEYÊ GIRTIN'
 
Hevîdan Ozdemîr, cêwîka Ozdemîr got: "Veysel ne tenê birayê min bû; ew nîvê min bû. Wan dixwest pêlîstok, pirtûk û hezê bibin ji zarokên ku qurbaniyên şer bûn. Wan dixwest birînan derman bikin û bibin hêvî. Xewna wî ew bû ku jiyanê li deverên wêranbûyî vejîne. Û li vir, em navê wî zindî dihêlin û bîranîna wî hildigirin."
 
Hevîdan Ozdemîrê destnîşan kir ku tevî 10 salan jî kiryarên rastîn nehatine dîtin û got: "Sal derbas bûn, lê hîn jî edalet pêk nehatiye. Doz bi derengî hat xistin. Berpirsiyarên komkujiyek li ber çavan hat kirin tên parastin. Lêpirsînek bibandor nehatiye kirin, ewlehî nehatiye pirsîn û yên bi rastî berpirsiyar nehatine darizandin. Em daxwaz dikin ku ne tenê DAIŞ, lê di heman demê de yên îhmalkarî kirin jî werin darizandin. Dikaribûn pêşî li vê êrişê bigirin. Tevdîr nehatin girtin. Em dixwazin yên bi rastî berpirsiyar werin darizandin. Ev doz nehatiye girtin û wê neyê girtin. Têkoşîna me dê heta ku berpirsên rastîn neyên darizandin berdewam bike."
 
'ÊŞA ME NETEBITIYE' 
 
Rabîa Ozdemîrê diyar kir ku berî kurê wê biçe Pirsûsê ew pir bi heyecan bûye û got: "Dema ku em li gund bûn xeber hat û hemû ciwan bi fikar bûn. Min birin malê û gotin, 'Veysel çûye Pirsûsê.' Min pirsî, 'Pirsûs li ku ye? Çi qewimî?' Ji min re gotin ku kurê te birîndar e. Nûçe sibehê hat û ji me re gotin ku ew şehîd bûye. Wê demê dinya bi ser serê me de xera bû. Êşa me qet netebitî. Êş her tim di dilê min de ye û heta ku ez sax bim wê netebite." 
 
Rabîa Ozdemîrê diyar kir ku daxwazên wan ên edaletê 10 sal in nehatine bicîhanîn û got: "Em heta dawiyê vê dozê dişopînin. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin aştî bi ser bikeve. Divê dayik negirîn. Me dît, bila kesek din nebîne."
 
TEVÎ KURÊ XWE LI PIRSÛSÊ BÛ
 
Fethî Aydin ku roja komkujiyê bi kurê xwe Aydin re li Pirsûsê bû, got ku tenê daxwaza wan ew bû ku ji bo zarokên Kobanê bibin "pira aştiyê". Aydin got: "Ez û kurê xwe re ber bi Pirsûsê ve çûn. Jiyana Çagdaş tijî têkoşîn bû. Ramanên wî ne 'Bila ez vê û wê bikim bû', 'Ez dikarim çi bikim?' bû ü 'Berpirsiyariya min çi ye?' bûn. Bi kurtasî, Çagdaş rêyek ji bo baştirkirina jiyanê vekiribû. Sedema ku ew çû Pirsûsê ew bû ku ji bo gel bibe derman."
 
Aydin destnîşan kir ku komkujî li ber çavên me pêk hat û got: "Me li baxçeyê navenda çandê maseyek danî ku dişibiya 'maseya rojê'. Polîsan nasnameyên me girtin û gotin, 'Em nikarin we bi vî rengî bihêlin.' Wan got, 'Em ê we hêdî hêdî berdin.' Me got, 'Baş e.' Berî ku daxuyanî biqede, teqînek çêbû. Piştî teqînê, polîsan bi gaza rîsotê mudaxele kir. Hatina ambulansan hat astengkirin. Dibe ku kurê min sax bima. Min ev ji serokên dadgehê, dozger û dadgeran re got. Yên din jî dikaribûn sax bimana. Yanî çima wan ambulans asteng kirin?"
 
‘XEYALA ZAROKÊN ME AŞTÎ BÛ'
 
Aydin ku got "Eger kurê min Çagdaş sax bûya, ew ê îro jî parêzvaniya aştiyê bikira" wiha axivî: "Aştî xewna Çagdaş, Cemîl, Cebo û Kekê bû. Xewna wan bidawîanîna vî şerê qirêj bû. Niha, heke gavek ji bo bidawîanîna vî şerê qirêj were avêtin, bê guman em ê piştgiriyê bidinê. Zehmet e ku meriv li ser tişta ku niha dikare were kirin, an jî pêvajo wê çawa be, biaxive. Berê jî hatiye ceribandin, lê nexebitî. Lê girîng e ku ev pêvajo bi israr berdewam bike." 
 
Aydin got: "Ger aştî hebe, divê ew kesên ku ji kuştinên Pirsûs, Enqere, Amed, Roboskî û heta 33 rewşenbîrên ku li Sêwasê hatin qetilkirin berpirs, werin darizandin. Divê hemû kesên ku di vê komkujiyê de tiliya wan heye û yên ku ew organîze kirine hesab bidin. Divê kujer hesab bidin gel. Ev yekane rêya pêkanîna aştiyê ye. Çi 10 sal be çi 15 sal be, em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku kujer werin darizandin. Em ê hewl bidin ku hêjayî wan bin û xeyalên wan pêk bînin. Xewna zarokên me aştî bû."
 
DI KOMKUJIYÊ DE BIRÎNDAR BÛ
 
Ji rêveberên Şaxa Tarim Orksam Sen a Eskîşehşrê Kutsî Adim ê yek ji birîndarên êrişê, got ku piştî rizgarkirina Kobanö, wî dixwest ji bo jinûve avakirina bajêr tişteki bike. Adım got: "Ji min nedihat hêvîkirin ku ez li hember tiştên ku li Kobanê diqewimin bêxem bimînim. Her kes, ciwan û mezin, hewl dida ku kerpîçekê deyne. Ji ber vê yekê ez tevlî bûm û ber bi Kobanê ve çûm."
 
Adim diyar kir ku ew di komkujiyê de birîndar bûye û lêgerîna wî ya edaletê 10 sal in berdewam dike. Adim got: "Gelek caran pêşniyazname berpêşî meclisê hatin kirin û daxwazên ji bo lêpirsînê hatin kirin, lê hemû redkirin. Lêbelê, daxwaza min a edaletê nehatiye bicîhanîn. Dayika yek ji hevalên me yên ku me li Pirsûsê winda kir hîn jî dîlgirtî ye. Li şûna sûcdaran, hevalên me yên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine tên darizandin. Ronîkirina Komkujiya Pirsûsê tê wateya çareserkirina Komkujiya Gara Enqerê ya 10'ê Cotmehê û Komkujiya Madimakê. Ji ber ku ev komkujî hemû tenê berhema yekzihniyetê ne. Wekî ku em 10 sal in dikin, têkoşîna me dê heta ku komkujî were zelalkirin berdewam bike."
 
'EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA OCALAN DERKEVIN'
 
Adim bal kişand ser pêwîstiya hembêzkirina banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de û got: "Bang pir bi qîmet e û divê civak hesasiyetekê nîşanî banga birêz Abdullah Ocalan bide. Erka rêxistinên kedê, sendîka û rêxistinên civaka sivîl e ku bêyî rê bidin sabotaj û manîpulasyonên curbicur, aştiyê civakî bikin. Tenê heke aştî çêbibe dê kKomkujiya Pirsûsê, Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û Komkujiya Madimakê karibe were ronîkirin."
 

Sernavên din

27/07/2025
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin