Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin 2025-07-19 10:38:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên "33 Rêwiyên Xeyalan" ên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û yên ku di komkujiyê de birîndar bûn, 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Malbatan bilêv kir ku ew ê bê şik û guman xeyalên zarokên xwe pêk bînin û ji bo sûcdar werin cezakirin bitêkoşin.   Ciwanên ku ji bo ji zarokên li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêlîstokan bibin û beşdarî avakirina bajêr bibin, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), xwestin di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê daxuyaniyekê bidin. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku li dijî daxuyaniyê hatibû kirin, 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku xewnên wan nîvçe man, ciwanên ku hatin qetilkirin wekî "33 Rêwiyên Xeyalan" hatin binavkirin. Çendî hêzên li pişt komkujiyê di 10 salên borî de nehatibin eşekerekirin jî, lê gelek lêpirsîn û doz li malbatên ku ji bo edaletê têdikoşin hatin vekirin.   Malbatên Veysel Ozdemîr ê 22 salî û Çagdaş Aydin ê 27 salî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin.   'DÊ EV DOZ NEYÊ GIRTIN'   Hevîdan Ozdemîr, cêwîka Ozdemîr got: "Veysel ne tenê birayê min bû; ew nîvê min bû. Wan dixwest pêlîstok, pirtûk û hezê bibin ji zarokên ku qurbaniyên şer bûn. Wan dixwest birînan derman bikin û bibin hêvî. Xewna wî ew bû ku jiyanê li deverên wêranbûyî vejîne. Û li vir, em navê wî zindî dihêlin û bîranîna wî hildigirin."   Hevîdan Ozdemîrê destnîşan kir ku tevî 10 salan jî kiryarên rastîn nehatine dîtin û got: "Sal derbas bûn, lê hîn jî edalet pêk nehatiye. Doz bi derengî hat xistin. Berpirsiyarên komkujiyek li ber çavan hat kirin tên parastin. Lêpirsînek bibandor nehatiye kirin, ewlehî nehatiye pirsîn û yên bi rastî berpirsiyar nehatine darizandin. Em daxwaz dikin ku ne tenê DAIŞ, lê di heman demê de yên îhmalkarî kirin jî werin darizandin. Dikaribûn pêşî li vê êrişê bigirin. Tevdîr nehatin girtin. Em dixwazin yên bi rastî berpirsiyar werin darizandin. Ev doz nehatiye girtin û wê neyê girtin. Têkoşîna me dê heta ku berpirsên rastîn neyên darizandin berdewam bike."   'ÊŞA ME NETEBITIYE'    Rabîa Ozdemîrê diyar kir ku berî kurê wê biçe Pirsûsê ew pir bi heyecan bûye û got: "Dema ku em li gund bûn xeber hat û hemû ciwan bi fikar bûn. Min birin malê û gotin, 'Veysel çûye Pirsûsê.' Min pirsî, 'Pirsûs li ku ye? Çi qewimî?' Ji min re gotin ku kurê te birîndar e. Nûçe sibehê hat û ji me re gotin ku ew şehîd bûye. Wê demê dinya bi ser serê me de xera bû. Êşa me qet netebitî. Êş her tim di dilê min de ye û heta ku ez sax bim wê netebite."    Rabîa Ozdemîrê diyar kir ku daxwazên wan ên edaletê 10 sal in nehatine bicîhanîn û got: "Em heta dawiyê vê dozê dişopînin. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin aştî bi ser bikeve. Divê dayik negirîn. Me dît, bila kesek din nebîne."   TEVÎ KURÊ XWE LI PIRSÛSÊ BÛ   Fethî Aydin ku roja komkujiyê bi kurê xwe Aydin re li Pirsûsê bû, got ku tenê daxwaza wan ew bû ku ji bo zarokên Kobanê bibin "pira aştiyê". Aydin got: "Ez û kurê xwe re ber bi Pirsûsê ve çûn. Jiyana Çagdaş tijî têkoşîn bû. Ramanên wî ne 'Bila ez vê û wê bikim bû', 'Ez dikarim çi bikim?' bû ü 'Berpirsiyariya min çi ye?' bûn. Bi kurtasî, Çagdaş rêyek ji bo baştirkirina jiyanê vekiribû. Sedema ku ew çû Pirsûsê ew bû ku ji bo gel bibe derman."   Aydin destnîşan kir ku komkujî li ber çavên me pêk hat û got: "Me li baxçeyê navenda çandê maseyek danî ku dişibiya 'maseya rojê'. Polîsan nasnameyên me girtin û gotin, 'Em nikarin we bi vî rengî bihêlin.' Wan got, 'Em ê we hêdî hêdî berdin.' Me got, 'Baş e.' Berî ku daxuyanî biqede, teqînek çêbû. Piştî teqînê, polîsan bi gaza rîsotê mudaxele kir. Hatina ambulansan hat astengkirin. Dibe ku kurê min sax bima. Min ev ji serokên dadgehê, dozger û dadgeran re got. Yên din jî dikaribûn sax bimana. Yanî çima wan ambulans asteng kirin?"   ‘XEYALA ZAROKÊN ME AŞTÎ BÛ'   Aydin ku got "Eger kurê min Çagdaş sax bûya, ew ê îro jî parêzvaniya aştiyê bikira" wiha axivî: "Aştî xewna Çagdaş, Cemîl, Cebo û Kekê bû. Xewna wan bidawîanîna vî şerê qirêj bû. Niha, heke gavek ji bo bidawîanîna vî şerê qirêj were avêtin, bê guman em ê piştgiriyê bidinê. Zehmet e ku meriv li ser tişta ku niha dikare were kirin, an jî pêvajo wê çawa be, biaxive. Berê jî hatiye ceribandin, lê nexebitî. Lê girîng e ku ev pêvajo bi israr berdewam bike."    Aydin got: "Ger aştî hebe, divê ew kesên ku ji kuştinên Pirsûs, Enqere, Amed, Roboskî û heta 33 rewşenbîrên ku li Sêwasê hatin qetilkirin berpirs, werin darizandin. Divê hemû kesên ku di vê komkujiyê de tiliya wan heye û yên ku ew organîze kirine hesab bidin. Divê kujer hesab bidin gel. Ev yekane rêya pêkanîna aştiyê ye. Çi 10 sal be çi 15 sal be, em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku kujer werin darizandin. Em ê hewl bidin ku hêjayî wan bin û xeyalên wan pêk bînin. Xewna zarokên me aştî bû."   DI KOMKUJIYÊ DE BIRÎNDAR BÛ   Ji rêveberên Şaxa Tarim Orksam Sen a Eskîşehşrê Kutsî Adim ê yek ji birîndarên êrişê, got ku piştî rizgarkirina Kobanö, wî dixwest ji bo jinûve avakirina bajêr tişteki bike. Adım got: "Ji min nedihat hêvîkirin ku ez li hember tiştên ku li Kobanê diqewimin bêxem bimînim. Her kes, ciwan û mezin, hewl dida ku kerpîçekê deyne. Ji ber vê yekê ez tevlî bûm û ber bi Kobanê ve çûm."   Adim diyar kir ku ew di komkujiyê de birîndar bûye û lêgerîna wî ya edaletê 10 sal in berdewam dike. Adim got: "Gelek caran pêşniyazname berpêşî meclisê hatin kirin û daxwazên ji bo lêpirsînê hatin kirin, lê hemû redkirin. Lêbelê, daxwaza min a edaletê nehatiye bicîhanîn. Dayika yek ji hevalên me yên ku me li Pirsûsê winda kir hîn jî dîlgirtî ye. Li şûna sûcdaran, hevalên me yên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine tên darizandin. Ronîkirina Komkujiya Pirsûsê tê wateya çareserkirina Komkujiya Gara Enqerê ya 10'ê Cotmehê û Komkujiya Madimakê. Ji ber ku ev komkujî hemû tenê berhema yekzihniyetê ne. Wekî ku em 10 sal in dikin, têkoşîna me dê heta ku komkujî were zelalkirin berdewam bike."   'EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA OCALAN DERKEVIN'   Adim bal kişand ser pêwîstiya hembêzkirina banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de û got: "Bang pir bi qîmet e û divê civak hesasiyetekê nîşanî banga birêz Abdullah Ocalan bide. Erka rêxistinên kedê, sendîka û rêxistinên civaka sivîl e ku bêyî rê bidin sabotaj û manîpulasyonên curbicur, aştiyê civakî bikin. Tenê heke aştî çêbibe dê kKomkujiya Pirsûsê, Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û Komkujiya Madimakê karibe were ronîkirin."