WAN – Ji ber deynê dema qeyûm, kelûpelên Şaredariya Rêya Armûşê hate hecizkirin.
Şîrketek ku di dema qeyûm de îhale wergirtibû lê pereyê xwe negirtibû, Şaredariya Rêya Armûşê da îcrayê. Memûrên ku ji bo îcrayê hatin şaredariyê dest danîn ser kelûpelên şaredariyê. Xebatkarên şaredariyê li dijî destdanînê bertek nîşan dan.
DEYNÊ QEYÛM
Cîgirê şaredar Cuneyt Ergun, diyar kir ku ev kiryarek bêhiqûqî ye û di dema qeyûm de şaredariya me 13 milyon TL deyndar bûye û ev deyn bûye 15 milyon TL. Ergun, destnîşan kir ku deynê dema qeyûm rêveberiya niha dixe rewşeke zehmet û got: “Ji bo çi ev deyn wê demê nehatiye dayîn.”
ŞAREDARIYA DEYNÊ WÊ HERÎ ZÊDE
Şaredariya Rêya Armûşê ku du caran qeyûm li hate tayînkirin, li Tirkiyeyê şaredariya herî deynê wê zêde ye. Rêveberiya DEM Partiyê, dema şaredarî ji qeyûm dewir girt, deynê şaredariyê 1 mîlyar 123 milyon 665 hezar 200 lîre û 31 quriş bû. Ji ber deynê qeyûm rêveberiya şaredariyê her roj bi gefa îcrayê re rû bi rû dimîne. Serlêdanên ji bo taloqkirina deyn bê encam dimînin.