AMED - Rûxseta lêgerîna petrolê ya ku TPAO’yê ji bo 25 hezar hektarên erd a li Amedê wergirtibû, heta 2 salên din hate dirêjkirin.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, rûxseta lêgerîna petrolê ya ku TPAO’yê ji bo 25 hezar hektarên erd a li Amedê wergirtibû, heta 2 salên din dirêj kir. Dema lêgerîna petrolê ya ji hêla TPAO’yê ve hatibû girtin dê di 11’ê Gulana 2025’an de bi dawî bûbûya lê ev qewl heta 11’ê Gulana 2027’an hate dirêjkirin. Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), dirêjkirina biryarê di çarçoveya Qanûna Petrolê ya Tirk a bi hejmar 6491’ê de nirxand û bal kişand ser girîngiya herêmê ya ji hêla potansiyela hîdrokarbonê û sûdeweriya wê ya ji bo aboriya welat. TPAO ku di 5’ê Adara 2025’an de serlêdan kiribû, piştî erêkirina MAPEG’ê dê li herêmê lez bide analîzên xwe yên teknîkî û aborî.