UŞAK - Şewatên ku li navçeyên Uşakê di daristan û erdên çandiniyê de derketibû hatin kontrolkirin.
Di 8'ê Tîrmehê de li gundê Kizilhîsar ê navçeya Banaz a Uşakê di erdê çandiniyê de şewat derketibû û li daristanê belav bûbû. Şewata ku di demeke kin de bi bandora bayê belav bû, di roja sêyemîn de bi midaxileyan ve hate kontrolkirin. 2 kesên ku têkildarî şewatê hatibûn binçavkirin, dadgehê ew bi şertê kontrola edlî berda.
Şewata ku li navçeya Sarigol a Manîsayê dest pê kir û li navçeya Eşme ya Uşakê belav bû jî hate kontrolkirin. Waliyê Uşakê Nacî Aktaş têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: “Niha xebatên me yên hênikkirinê didomin. Her 3 şewat jî hatine kontrolkirin.”
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Şewata ku ji ber makîneya kayê li erdê çandiniyê yê gundê Derbent ê girêdayî Uşakê derketî û li qada daristanê belav bû, bi midaxileya koman hate vemirandin. Li herêmê xebatên hênikkirinê didomin û di çarçoveya lêpirsîna têkildarî şewatê de xwediyê erd O.A. û xwediyê makîneya balîkirina kayê R.B. hatin binçavkirin.
ŞEWATA BANDIRMAYÊ HATE KONTROLKIRIN
Şewatên ku li herêmên cuda yên navçeya Bandirma ya Balikesîrê derketin jî bi midaxileya komên agirkujiyê hatin kontrolkirin. Li herêmê xebatên hênikkirinê didomin û têkildarî derketina şewatê lêpirsîn hate despêkirin.