AMED – Li Amedê Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Ayfer Koçak di çalakiya mexdûrên KHK’ê de axivî: “Aştî bi sînorên ku dê li ser maseyê bê xêzkirin ve nabe. Aştî, bi çanda hevpar a di navbera gelan de pêk tê.”
Çalakiya 137'emîn a Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) ku her hefte bi dirûşmeya 'KHK dê biçin, em ê bimînin' li ber AZC Plaza ya li taxa Ofîsê pêk hat.
‘DEV JI BÊHIQÛQIYÊ BERDIN’
Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak, diyar kir ku têkoşîna kedê di heman demê de têkoşîna aştî, demokrasi, jin û ekolojiyê ye. Ayfer Koçakê ev tişt got: “Îro aştî tê nîqaşkirin. Em bi hêvî ne ku veguhere aştiyeke rast. Aştî bi sînorên ku dê li ser maseyê bê xêzkirin ve nabe. Aştî, bi çanda hevpar a di navbera gelan de pêk tê.”
Ayfer Koçak wiha pê de çû: “Daxwaza me ya perwerdehiya bi zimanê diyakê daxwaza me ya sereke ye. Ji bo vê daxwaza me gelek hevalên me ji kar hatin avêtin. Ev 137 hefte ye em li kolanên Amedê ji kar avêtina hevalên me ya bi KHK’ê bi awayeke bêhiqûqî vedibêjin. Di bin navê Komîsyona Rewşa Awarte de pergaleke sosret derxististin holê. Lê belê ev komîsyon piştî 5 salan hat avakirin. Îro li vî welatî edalet saziya herî bêbawer e. Beriya her tiştî divê yên desthilatdar bi vê yekê re hevrû bin. Êdî baweriya mirovan bi edaletê nîne, berpirsyarek vê yekê heye. Yên berpirsyar hîn jî li ser desthilatdariyê ne. Dev ji bêhiqûqiyê berdin.”
BERTEKA LI DIJÎ OPERASYONÊN ŞAREDARIYA
Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê bertek nîşan da û got: “Îro pêvajoyek bi rêve diçe. Her êrişeke li dijî demokrasiyê, êrişa li pêvajoyê ye. Heta mexdûrên KHK’ê vegerin ser karên xwe em ê têbikoşin.”
Hevseroka Şaxa 1'emîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê Salîha Zorlû got: “Îro divê aştî û avakirina civaka demoratîk bê axaftin. Ji bo rê li ber aştiya civakî bê vekirin, ji bo hevrûbûna heqîqetê û nehiştina barên giran ên paşerojê, divê kedkarên ku bi KHK’ê ve bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine derxistin, vegerin ser karên xwe.”