Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin

  • rojane
  • 10:20 2 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber dorpêça Iraqê ya li ser Kampa Mexmûrê, nexweş nikarin bên tedawîkrin û xwendekar jî çavkaniyan peyda nakin. Rayedarên kampê, banga rakirina ambargoyê kir.  
 
Li Kampa Mexmûrê ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de zêdetirî 12 hezar kes dijîn. Ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ser kampê bi sala ye berdewam dike. Ambargoya li ser kampê ji 10’ê Nîsanê ve hatiye girankirin. 
 
Destûr nayê dayin şêniyên kampê nasnameyên xwe nû bikin, alav û amûrên înşaetê derbasî kampê bibin, derketina ji kampê hatiye bisînorkirin û ev yek rê li ber krîzên însanî vedike. Sedema herî girîng a domandina ambargoyê jî neçareserkirina aloziyên siyasî yên li herêmê tê nîşandan. Hikûmeta Iraqê, biisrar e ku kontrola kampê di destê wê de be û şênî û rêveberên kampê jî dibêjin ku ambargo rê li ber krîzên însanî vedike. Ji ber ambargoyê, di xizmetên tenduristiyê yên li kampê de di mijara derman û alavên tibbî de pirsgirêk tên jiyîn. Şêniyên kampê banga rêdayîna alîkariyên însanî kirin. 
 
Hevberdevka Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn û Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara têkildarî pirsgirêkên ji ber ambargoyê li kampê rû didin axivîn. 
 
HEZAR Û 50 NEXWEŞÊN KRONÎK HENE 
 
Nûran Sezgînê anî ziman ku ji ber ambargoyê nexweşên penceşêrê nikarin tedawî bibin û vê rewşê kiriye ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Nûray Sezgînê, got: “Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê bûyerek çêbû û piştre kampa Mexmûrê dorpêç kirin. Ev dorpêç hêj didome. Weke ku ev bes neke, îcar ji 10’ê Nîsanê ve li ser kampê ambargo danîne. Ji vê rewşê herî zêde qada tenduristiyê bibandor bû. Di Cotmeha 2023’yan de anketek li kampê hate kirin. Armanca wê jî ew bû ku nexweşên kronîk û aliyê civak herî zêde zehmetiyê tê de dikişîne bên tespîtkirin. Li kampê hezar û 50 nexweşên kronîk hene. Piraniya wan nexweşên hîper tansiyonê, şekir, gurçik û bêhnkurtê ne.  Her wiha 31 nexweşên penceşêrê hene. Ev kes di mijara tedawiyê de zehmetiyên mezin dikêşin. Di hatin û çûna nexweşxaneyan de zehmetiyan dikişînin. Tedawiya van kesan dest pê kiribû. Lêbelê piştî destpêkirina ambargoyê, tedawiya wan nîvco ma. Kesên jiyana xwe ji dest dan çêbûn. Ji ber ambargoyê, heta niha 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin ji ber çûn. Ev jî li pêş çavên hemû cîhanê çêbûn.” 
 
PIRSGIRÊKA DERMAN Û TEDAWIYÊ 
 
Nûran Sezgîn, got: “Di mijara peydakirina dermanan de em zehmetiyên cidî dijîn. Yên bi mafên mirovan re, parastvanên demokrasiyê û yên digotin bi gelên bindest re ne, yên Mexmûr weke qibleya têkoşîna xwe didîtin li dijî vê ambargoyê bertekeke xurt nîşan nedan. Ev ambargoya giran hêj didome. Em di nava ambargoyê de ambargoyê dijîn. Iraqê ambargo daniye ser kampê. Rayedarên kampê di 14’ê Gulanê de hatin binçavkirin. 37 roja girtî man. Lê ambargo hêj didome. Her kes ji vê mexdûriya gel berpirsyar e. Iraqê çav û guhên xwe girtiye. Hatin û çûn qedexe ne, anîna dermanan qedexe ye. Bi serê xwe anîna dermanan pirsgirêkeke mezin e. Herî zêde jî di peydakirina dermanên nexweşên kronîk de em zehmetiyan dikişînin. Gelek caran li ser hate axaftin lê nehate çareserkirin. Ev kamp di bin parastina NY’ê de ye. Ji tenduristiyê heta perwerde, ewlehî û pirsgirêkên din, ji tevekan berpirsyar e. Divê jê re bibe bersiv. Her roj dron li ser serê me digerin. Ev jî bandorê li psîkolojiya gel dike. Çima dermanên nexweşan nadin, çima nahêlin nexweşan bibin nexweşxaneyan û çima nahêlin bên tedawîkirin? Mafên me yên herî rewa ji dest me derdixînin. Banga me ji bo Navenda Iraqê ye; nebin şirîkên van êrişên qirêjî. Divê pirsgirêka me ya nasnameyê were çareserkirin û mafên me yên tenduristî û perwerdeyê bên dayin.” 
 
'XWENDEKAR DIXWAZIN DIBISTANA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Helîn Kara jî bi lêv kir ku di qada perwedeyê pirsgirêkên cidî dijîn û ev tişt anî ziman: “Ev 6 sal in nahêlin şêniyên kampê biçin Herêma Federe ya Kurdistanê. Di qadên tenduristî, perwerde û aboriyê de em rojên zehmet dijîn. Ji bo çareseriyê hinek hewldan çêbûn lê tu pêşketin çênebûn. Dewletek a vê xaka em li dijîn heye. Me xwest ji hêla civakî, aborî û perwerdeyê ve bi hikûmeta navendî ya Iraqê re pêwendiyan pêş bixin. Ev hewldana me hêj didome. Di mijara perwerdeyê de serlêdan û pêşniyarên me çêbûn. Ji ber ku xwendekarên me dixwazin dibistana xwe bidomînin.” 
 
'EM NIKARIN PÊDIVIYÊN DIBISTANAN DABÎN BIKIN’ 
 
Helîn Kara, xwest pirsgirêk di zûtirîn demê de were çareserkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîstiyên me di asta tê xwestin de nehatin pêşwazîkirin û pirsgirêk didome. Em niha di betlaneya havînê de lê em nikarin hewcehiyên dibistanan dabîn bikin. Ev yek me dide zorê. Ji ber ku ji bo serdemeke serkeftî û bêpirsgirêk, divê ev pêdivî bên dabînkirin. Daxwaza me ew e ku hatin û çûnên me hebin da ku bikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Li her dera cîhanê mafê perwerde û tenduristiyê yê mirovan heye. Ev, pêdiviyeke sereke ye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

06/07/2025
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin