STENBOL - Şandeya ji Ewropayê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hate Tirkiyeyê, çû serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê.
Platforma Azadî û Aştiyê ya EWropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextan ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat bûn ve hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên cuda 39 kes ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, hatin Stenbolê. Şandeyê, piştî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê, çû serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di dema serdanê de axivî û anî ziman ku banga di 27'ê Sibatê de ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate kirin, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo demokrasiya tevahiya cîhanê ye. Arîfe Çinar, got: “Bangeke wisa ye ku dikare zextan ji holê rake, jin hebûna xwe biparêzin û bibin hêman bingehîn. Lewma gelekî hêja ye ku di asta navneteweyî de hûn tevlî vê bangê dibin û li gel me ne." Arîfe Çinarê îşaret bi gerdûnîbûna têkoşîna jinan kir û got ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” veguheriye sembola piştevaniya jinê.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî anî ziman ku ew şandeyê weke "Çêkera vê kêliya dîrokî" dibînin û spasiya îradeya piştevaniyê kir.
Şande dê saet di 17:00 de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.