ENQERE - Wezîrê Çandiniyê û Daristansn Îbrahîm Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da û got: “Li navçeyên Seferîhîsar û Menderesê yên Îzmîrê li gorî duh rewş baş e. Li Îzmîr û Manîsayê bi mudaxileyên mezin ve me bandora şewatê gelek kêm kir.”
Midaxileya ji bo vemirandina şewatên li Îzmîr, Manîsa û Hatayê didome. Şewat bi bandora bayê ve mezin dibin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da.
Yûmakli, diyar kir ku ji şewatên di roja înê de dest pê kirin 6 jê didomin û wiha axivî: “Ji roja înê heta niha 342 şewat derketin. Li Îzmîr, Manîsa û Hatayê 6 şewat berdewam in. Li navçeyên Seferîhîsar û Menderesê yên Îzmîrê li gorî duh rewş baş e. Li Îzmîr û Manîsayê bi mudaxileyên mezin ve me bandora şewatê gelek kêm kir. Li navçeya Antakya ya Hatayê ji ber bayê mudaxileyên tefandinê de zehmetî tê jiyîn. Şewata li Edeneyê hate kontrolkirin. Bila welatî li derve agir hil nekin. Bi agireke biçûk ve çavkaniyên welatên me dişewitin. Der barê şewatan de divê hestiyariyeke civakî çêbe.”