STENBOL - Platforma Piştevaniya Îslamî piştî êrişa duh bi şev a li dijî kovara Lemanê û lêpirsînê, banga daketina kolanan kir. Qeymeqamtiya Beyoglûyê ji bo rojekê biryara qedexeya çalakî û meşan da.
Di hejmara kovara Lemanê ya di 26’ê Hezîranê de karîkatûra “Muhammed-Mûsa” hatibû weşandin. Li ser vê yekê, Komeleya Akinciyan Rojhilat a Mezin (BDA) ya girêdayî Eniya Akinciyên Rojhilat ên Mezin a Îslamî (ÎBDA-C) şevê din êrişî buroya Lemanê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê kir.
Di êrişê de dirûşmên weke “Bijî şerîat”, “Tolhildanê” hatin berzkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi îdiaya “heqareta li dijî nirxên olî” lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê, bi îdiaya “baweriyên olî yên civakê biçûk dixe” der heqê 4 kesan de biryara binçavkirinê da. Platforma Piştevaniya Îslamî jî bang kir ku her kes li pêşiya Mizgefta Aga ya li navçeya Beyoglûyê kom bibe. Li ser vê yekê Qeymeqamtiya Beyoglûyê ji bo rojekê biryara qedexeya çalakî û meşan da.
Qeymeqamtiyê ragihand ku Qada Taksîmê, Parka Geziyê û Qada Galatasarayê bi bariyeran hatine girtin, kolanên girêdayî van qadan li hatine û çûna wesayîtan û welatiyan hatine qedexekirin.