Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin

  • rojane
  • 09:33 20 Hezîran 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Mamosteyê bi navê Sadun Vural, li dibistaneke amadehî ya Silopiyayê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 xwendekaran kir. Tevî rêzesûcên vî şexsî li dijî zarokan kiriye jî, salek piştre hate berdan. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî jî tenê bi dûrxistina ji peywirê bisînor ma.  

Li Şirnexê û navçeyên wê ku veguheriye navenda polîtîkayên şerê taybet, her roj sûcekî nû li sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarok û jinan zêde dibe. Herî dawî, kesê bi navê Yûsûf Acar ji ber tecawizkirina 4 zarokan hatibû girtin. Di demeke çalakî û protestoyên li bajar didomin de îcar jî dosyayeke sûc li navçeya Silopiyayê derket holê. Derket holê ku mamosteyê felsefeyê Sadun Vural ê li dibistaneke navçeyê mamostetî dikir, ji ber sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya zarokan” hatiye girtin û piştre hatiye tehliyekirin û piştre ji bo demkî ji peywirê hatiye dûrxistin. 
 
Piştî xwendekarên bi navên M.Î. (15) û M.E. (16) bûyer bi malbatên xwe re parvekirin, Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajar lêpirsîna îdarî da destpêkirin. Piştî ku malbatan tevî rêveberiya dibistanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan, lêpirsîn hate destpêkirin. Piştre jî Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeyên zarokan girt. Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê de, di 17’ê Adarê de îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de îfadeyên zarokan hebûn û tacîza zayendî bi hûr û kûr vedibêjin. 
 
RÊZESÛC DI ÎDIANAMEYÊ DE YE 
 
Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku Sadun Vural li dibistana etudnêrî kiriye û li vir tacîza zayendî li 4 xwendekarên din jî kiriye û der heqê wî de doza cemaweriyê hatiye vekirin. Di îdianameyê de cih da îfadeyên zarokan. Ji zarokan M.Î. da zanîn ku wê nêzikatiya faîl ji rayedarên dibistanê re gotiye û faîl herî dawî di 5’ê Hezîrana 2024’an de ew vexwendiye malê. M.E. jî di îfadeya xwe de got ku tacîza zayendî bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye. Her wiha di îdianameyê de xwendekarên din ên li pansiyonê jî weke şahid lê hate guhdarîkirin. Xwendekarên şahid, kiriyarên faîlê ku di saetên dereng ên şevê de diçû odeya xwendekaran vegotin. Hat destnîşankirin ku piraniya îfadeyan di lêpirsîna îdarî de cih girtine. 
 
Di îdianameyê de hate gotin ku faîlî zext li xwendekaran kiriye, peywira xwe sûîstîmal kiriye û ji ber tacîza zayendî ya domdar, hewldanên faîl “destavêtin” derbas kiriye, îfadeyên zarok û şahidan hev digirin, bûyer hevûdin digirin, ji bo cezakirina gumanbarî vekirina doza cemaweriyê weke delîleke têr hatiye dîtin, ji ber sûcê “biqesdî” yê faîl kirî jî hat xwestin ku ji bikaranîna hinek mafên xwe bêpar were hiştin. 
 
DANIŞÎNA EWIL HAT LIDARXISTIN 
 
1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê îdianame qebûl kir û danişîna ewil di 18’ê Hezîranê de hat lidarxistin. Faîlê ku negirtî dihat darizandin, di danişînê de xwe bi îdiaya “Ji bo çûna destê hev dibe ku min li cem her kesî maç kiribe” parast û zarok sûcdar kir. Danişîna din taloqî 6’ê Cotmehê hate kirin. 
 
BERIYA NIHA JÎ HATIYE DARIZANDIN 
 
Di îdianameyê de yek ji xala balkêş ew bû ku di demên berê de jî der heqê faîl de dozeke cemaweriyê ya bi heman rengî hatiye vekirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; 4 xwendekaran di meha Hezîrana sala 2024’an de giliyê heman şexsî kirin. Di çarçoveya lêpirsîna îdarî ya Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajar de jî ev şexs ji peywirê hate dûrxistin. Şexsê ku hate binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” hate girtin û şandin girtîgehê. Îdianame, ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin. Şexsê ku dihat darizandin, di danişîna 5’emîn a dozê ku di 11’ê Hezîranê de hate lidarxistin, hate tehliyekirin. 
 
Daxwaza yekkirina her du dosyayan a Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê jî ji hêla dadgehê ve hate redkirin. 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’