Dayikên Aştiyê: Divê dewlet tavilê gav biavêje

  • rojane
  • 09:20 20 Hezîran 2025
  • |

ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, destnîşan kirin ku şerê Îsraîl-Îranê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk neyînî bandor dike û ji bo çareseriya pirsgirêkê bangî dewletê kirin. 

“Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û xwefesixkirina PKK’ê hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk zêde kirin. Lêbelê gavneavêtina desthilatê, bi xwe re metirsiyên li ser pêvajoyê zêde dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bi fikar in ji bo bandora şerê Îsraîl-Îranê li ser pêvajoyê û ji bo gavavêtinê bangî dewletê kirin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, bal kişand li ser banga Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê û diyar kir ku dewletê hêj gav neavêtiye. Sûltan Azboy, diyar kir ku di pakêta 10’mîn a darazê ji bo girtiyên nexweş çareseriyek neafirandiye û got: “Dewletê tu gav neavêtiye. Tevê vê yekê jî her roj bi balafiran ve çiyayan bombebaran dike. Kurd, Turk an Ereb kî aştiyê dixwaze divê piştevaniyê bidin. Hilweşandina şer mezin e. Bi xweziyan ve nejîn. Bibin dengê aştiya birûmer.”
 
‘ÊDÎ BES E BILA EV XWÎN BISEKINE’ 
 
Sûltan Azboy bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Dixwazin Rojhilata Navîn careke din veguherînin gola xwînê. Em bi paradîgmaya rêzdar Ocalan ve dikarin şer rawestînin. Cîhan ber bi şereke mezin ve diçe. Hişmendiya mêr ê ku şer derdixe ji bo berdewamiya desthilata xwe êriş dike. Piştî destpêka pêvajoya aştiyê jî ciwan hêj dimirin. Bi yek alî ve aştî nabe. Rewşa Rojhilata Navîn xuya ye bila êdî dayik rondikan nebarînin. Xwîn bi xwînê ve paqij nabe. Bila hemû gelên cîhanê ji bo aştiyê gav biavêjin.”
 
‘ÊRIŞÎ DAXWAZÊN AŞTIYÊ DIKIN’ 
 
Dayika Aştiyê Meyaser Akdag, diyar kir ku rexmê israra Kurd ji bo aştiyê dewlet êrişê de berdewam e û wiha axivî: “Ji bo aştiyê em ê heta dawî têbikoşin. Hêj çend roj berê cihên ku zarokên me li bûn, çeken kimyewî lê hate bikaranîn. Gelê Kurd aştiyê dixwazin. Lêbelê êrişê vê xwestekê dikin. Me her tim got ku em mirina kesê naxwazin. Dilê me dişewite. Em şer û xwînê naxwazin. Ez bangî dayikên hemû gelan dikim. Derkevin qadan banga aştiyê bikin. Ma dilê wan naşewite? Emîne Erdogan jî dayik e bila derkeve banga aştiyê bike.”
 
‘PROVAKASYON BERDEWAM E’ 
 
Meyaser Akdagê diyar kir ku di destpêka pêvajoyê heta niha dewlet her di provakasyonê de berdewam e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila di nêzîkatiyên xwe yên li heber gelê Kurd de baldar bin. Tecrîda li hember rêzdar Ocalan hêj berdewam e. Ji bo rêveçûna pêvajoyê, divê azadiya rêzdar Ocalan a fîzîkî tevilê pêk bê. Em ê heta dawiyê aştiyê bixwazin û hewl bidin ji bo pêşengiya pêvajoyê. Divê hemû dayik bibin pêşengê vê pêvajoyê. Lewre di şer de birîna mezin dibe para dayikan.”
 
JI DÊLEVA GAVAVÊTINÊ ÊRI DIKIN 
 
Dayika Aştişyê Şukran Dal, bal kişand li ser şerê Îran û Îsraîlê û banga “Ger em firavîn bin hûn jî şîv in” kir. 
Şukran Dalê diyar kir ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hemû gav hatine avêtin lê dewletê hêj gav neavêtiye û heta niha pêvajo yek alî rêve çûye û got: “Şerek li erdnîgariya me pêk tê. Divê dewlet ji bo aştiyêgav biavêje û pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne. Şerê Îsraîl-Îranê careke din giringiya aştiyê daye famkirin.” 
 
MA / Fethî Balaman  
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’